'Pêwîste jinên cîhanê rabin ser piyan'

  • 11:03 25 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi boneya roja 25 Mijdarê daxuyaniyek dan û gotin: "Bi wesîleya 25'ê Mijdarê em bang li tevahî jinan û raya giştî dikin ku li dijî qirkirina jinê li hemû deverê cîhanê rabin ser piyan."
 
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî daxuyaniyeke nivîskî da û bang li jinên cîhanê kir û gotin li dijî qirkirina jinê rabin ser piyan. 
 
Li dijî desthilatariyê têkoşîn...
 
Daxuyaniya hatî dayîn wiha ye: “Di sala 1960’an de berxwedanekî bê hempa li hemberî dîktatoriya Trujilloli dewleta Domînîk hat meşandin. Pêşengiya vê berxwedanê 3 Xwîşkên Mirabel bûn. Her ser xwşîk ji bo mafên jinan, ji bo wekheviya di navbera her du zayendan û ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe didan. Berxwedana wan di nav dîroka têkoşîna jinê de cîhe xwe girt. Kuştina wan bandoreke gelek mezin li ser gel da ava kirin û hişt ku bi berxwedaniya gel dîktatorî û desthilatdarî bi dawî be.
 
Her roj bi şîdetê re rûbirû dimînin
 
Li ser vê esasê jî roja 25'ê Mijdarê wek Roja têkoşîna li dijî şîdet û kuştina jinê ya cîhanê hat îlankirin. Ev nêzî 60 sal in ku ev roj li seranserê cîhanê bi çalakiyan tê bibîranîn. Her çiqas têkoşîn û rexistinbûna jinan li seransere cîhanê mezintir dibe, dîsa jî şîdet û kuştina jinan bi dawî nebûye. Rojane jin rûbirûye şîdetê dibin. Şîdeta fîzîkî û derûnî di nav malê de, ji derve, tacîz, tecawiz, zewaca di emrê biçûk de, sinnetkirina keçan û di nav hemû qadên jiyanê de şîdet li ser jinê tê meşandin.
 
Ne tenê roja 25'ê Mijdarê her roj çalakî
 
Bi hezaran jinên Êzidî aqubeta van ne diyare. Ji bo bi dawî anîna şîdeta beramberê hemû jinan pewîste em wek sazî û rêxistinên jinan her roj li ser lingan bin. Wek Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi wesileya vê rojê em hemû keçên Êzidî ku di demê fermanê de ji milê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dîl girtin û mîna kole li bazaran hatin firotin tînin bîra xwe. Dîsa hemû keçên Êzidî êm ku dawiya jiyana xwe bi xwe pêk anîn, da ku nekevin destê van çeteyan û destavetinê û teslîmiyetê ji xwe re qebûl nekirin bi bîrtînin. Bi hezaran jin û keçên Êzidî di roja me ya îro aqubeta wan ne diyare. Ji bo bi dawî anîna şîdeta beramberê hemû jinan pewîste em wek sazî û rêxistinên jinan her roj li ser lingan bin. Pêwîste ne tene di roja 25'ê Mijdarê çalakî ji bo li dijî derketina şîdeta li ser jinê bên pêk anîn, pêwîste her roj bibin rojên çalakiyê. Ji ber ku şîdet li beramberî jinan ne tenê yek roje, her roj li seranserê cîhanê tê jiyîn.
 
Rabin ser piyan...
 
Çawa ku her se xwşîkên Mirabel bi yekîtî û berxwedana xwe dawî li desthilatdarî anîn, ew ê bi yekîtî û berxwedana hemû jinan bibê wesîleya ku li seranserê cîhanê desthilatdarî hilweşê. Di dawî de em bi wesîleya 25'ê Mijdarê bang li tevahî jinan û raya giştî dikin, li dijî qirkirina jinê li hemû deverê cîhanê rabin ser piyan."