Li gundê Avşîn ê Elegezê çalakiya 25'ê Mijdarê

  • 10:06 25 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Jinên gundê Avşîn ê li herêma Elegez a Ermenistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê çalakî li dar xistin û gotin li dijî êrîş û şîdetê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Jin li gundê Avşîn ê herêma Elegezê ya Ermenistanê li hev kom bûn û bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê  daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê PKK Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef û ala PAJK'ê hate hildan. Ji Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar di daxuyaniyê de axivî.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi pêşengiya jinan li Rojava destkeftiyên mezin hatin afirandin û wiha hat gotin: "Rejîma AKP-MHP'ê hêza ku bi van destkeftiyan afiriye li dijî sîstema xwe metirsîdar dibîne. Lewma êrişî jinan dike ku li ti deverê nebe xwedî hêz. Ji ber van êrişan em ê ji têkoşîna xwe paş de gavê neavêjin. Êrişa li dijî jinê êrişa li dijî her kesî ye."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew berxwedana jinê li her qadê mezin bikin.