1'emîn Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê bi dawî bû

  • 09:30 25 Mijdar 2019
  • Rojane
MEXMÛR - 1'emîn Kongreya Meclîsa Gel ya Demokratîk a Mexmûrê bi hilbijartina hevserokên nû û endamên meclîsê bi dawî bû. Di kongreyê de li ser yekîtiya Kurdan nîqaş hatin kirin û hat gotin ku ji bo azadiyê yekîtî hewce ye. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1'emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demoqratîk bi beşdarbûna 350 delegeyan bi dirûşmeya 'Avakirina Pergala Netewa Demokratîk, Avakirina Jiyana Azade' li salano konfaransê des pê kiribû ku çar rojan berdewam kir bi dawî bû. 
 
Di kongereyê de nirxandina xebatên du salan hat kirin. Raporên meclîsê hat xwendin. Di roja dawiyê de jî biryarname û pêşnûmeya biryaran hat xwendin. Piştî re hevserokên nû û endamên meclîsê hatin bijartin. Mamoste Xaton Babat û mamoste Hecî Kaçan wekî hevserokên meclîsê hatin bijartin. 
 
Hecî Kaçan di dawiya kongreyê de axivî û got: "Em despêkê tevayî şehîdên ku em  anîne vê rojê  bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Pêvajoya ku niiha em têde derbaz dibin pêvajoyeke gelek hesas e. Dema ku em kurd ber bi serkeftinê ve diçîn  kar û xebatên ku dikeve ser milê me girantir dibe."
 
Hecî, bal kişand li ser êrîşên ku tên meşandin û wiha domand: "Êrişên ku li beramber kurdan çêbûye cîhan ker û lal bû hêza me ewqas mezine îro ev cîhan ku çavê xwe ji kurdan re digire hêzek wek DAIŞ'ê ji holê rakir. Gelê Rojhilata Navîn bi berxwedaniya keç û xortên vi gelî ev hêza hovane têk bir. Em ê bedel bidin heta ku em bigihin azadiyê li ser vê esasî rewşa ku niha em têde dijin wê gelê me bi vê hişmendiyê tevbigerin û gav bavêjin. Ji ber ji bo azadiyê tu rêyên din tunene. Ger em bikarin yekîtiya xwe çêkin û li pey şopa şehîdan û daxazên wan bi cih binîn em ê ser bilind bin û em ê bêjin me erkê xwe bi cih aniye. Li ser vê bingehê cardin ez di serîde bi navê tevayî kongreya gel û endamên meclîsê, ji vêderê heta Îmralî silavên gel ji rêber Apo re ji şervanên di çeperan de şer dikin û girtiyên zindanan re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim. Dubare tevayî şehîdên ku em anîne vê astê bi bîr tînim."
 
1'emîn Kongreya Meclîsa Gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.