Sînema ji ber topa hewanê birîndar bû, milê xwe yê çepê nikare bikar bîne

  • 09:28 25 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî operasyonên ku di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin şûnde, navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî bibû hedefa bombeyan. Sînem Atay li Nisêbînê di encama parçeyê hewana ku ket ber mala wê birîndar bû û got: “Tevî ku di ser bûyerê de 2 meh derbas bûye jî ez hîna nikari milê xwe yê çepê bikar bînim.”
 
Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin û tevî agirbestê êrîşan berdewam kiribû û di rojên ewil de di operasyonên xeta Qamişlo-Nisêbînê de ji ber topên hewanê 12 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 50’yî zêdetirî jî birîndar bûn. Di ser bûyerê re du meh derbas bûn. Welatiyên Nisêbînê hewl didin ku vegerin jiyana xw eya normal û welatiyên birîndar jî dermankirina wan didome. Di şeva 9’ê cotmehê de li taxa Kişla ya Nisêbînê, jina bi navê Sînem Atay ya 57 salî ji ber parçeyê topa hewanê ya li ber mala wê ket birîndar bûn. Sînem ku demek dirêj dermankirina wê ha tkirin, niha nikare milê xwe yê çepê bikar bîne.
 
‘Ez nikarim milê xwe bikar bînim’
 
Sînemê daxuyakirin ku piştî teqînê milê xwe qet nikaribû bikar bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez niha nikarim qedehek av rabikim. Destên min dilerizin. Ez nikarim tu tiştekî bikim. Wê rojê topa hewanê li nava me ket. Parçeyên wê li min ketin. Ez bi bandora wê ketim erdê. Min got herhal gurmika min hemû jê bû. Dermankirina min hîna didome. Em birîndar bûn. Lê gelek kes mirin. Em wan rojan tu car jibîr nakin. Ev şer û komkujî wê hîna gelek bê pêş me.”
 
‘Me dît ku hewan ji ku hatin’
 
Kurê Sînemê, Saîm Atay jî wiha got: “Topa hewanê ji aliyê jor hat. Dibêjin ji Sûriyeyê hatiy elê Sûriye ne li wî alî bû. Rojava li vî aliye, lê topa hewanê ji cihekî cuda hat. Em hemû li ber derî runiştibûn. Top hat navbera me ket. Tiştek bi min nehat. Dayika min û çar kesên din birîndar bûn. Ne yek du heb hatin avêtin. Wan rojan ji Sûriyeyê yek guleyek nehat. Ew hemû xizmên me ne, ji xwîna me ne. Wê çawa bombeyan bavêjin ser me.”