Aktivîsta TJA’yê Fîgen Aras: Di hedefa netewdewletê de deskeftiyên jinan hene

  • 09:20 25 Mijdar 2019
  • Rojane
Zeynep Durut
 
WAN - Êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakur û Rojhilatê Rojava didomin. Di êrîşan de gundê Jinwar ê ku ji aliyê jinan ve hatibû avakirin hate valakirin. Têkîldarî girîngî û êrîşkirina gundê Jinwarê em bi aktivîsta TJA’yê Fîgen Aras re axivîn. 
 
Di sala 2017’an de li Rojavayê Kurdîstanê bajarê Dirbesiyê  jinên ku li dijî hovitiya DAÎŞ’ê li ber xwe dan, Gundê Jinwar (Gundê jinê)  avakirin û Jinwarê di sala 2018’an de  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de deriyê xwe li jinan  vekir. Jinên Rojava hem bi berxwedana xwe ya dîrokî û hem jî bi avakirina gundê jinan  navê xwe di rûpelên dîroka cîhanê de nivîsandin. Piştî êrîşên dewleta tirk ên 9 cotmehê li dijî  Bakur  û Rojhilatê Suriyeyê destpêkirin cihekî din ku bi êrîşan re rû bi rû ma jî gundê Jinwar bû. Gundê Jinwar ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wan hate valakirin. Der barê hedefgirtin û girîngiya  gundê jinan Jinwarê de em bi  aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Aras re axivîn. 
 
Hûn li bende bûn ku wê êrîşî  Jinwar bikin û hûn dikarin girîngiya Jinwar vebêjin? 
 
“Herkesî dizanî ku wê êrîşî gundê Jinwarê bikin. Ji ber ku hişmendiya mêr a dagirker û faşîst ji destpêkê de êrîşî deskeftiyên jinan dikin. Ji be ku deskeftiyên jinan  xweşikbûna jiyaneke nû armanc dikin, tên hedefgirtin. Ji ber vê jî sedema avakirina Jinwar bi rastî ji pir bi wate û girîng bû. Ger ku em vê peyamê hildîn, em ê baş bizanibîn ku Jinwar çima hatiye hedef girtin. Jinwar gundê jinan bû. Jinwar li ser Xweşikbûna jiyanê,xwezayê û wekheviyê hatibû avakirin. Li dijî êrîş,tundî, tunehesibandina, dîroka jinan şaş ragihandin û tevî hemû neyinan jin  lê hatin gel hev û jiyaneke nû ava kirin. Gundê Jinwar li dijî hemû neyiniyan avakirina jiyaneke azad û wekhev e. Ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê li ser jinên femînîst bandoreke mezin kir. Bi hezaran makaleyan re bû mînaka mijarê. Ji bo me jî ev deskeftiyeke bi nirx û mezin bû. Bi avakirina Jinwarê re me ev tişt baş dît ku jin bixwaze û bi hev re tevbigere dikare jiyaneke nû ava bike. Jinwar jiyaneke nû  û alternatîfa hunandina jiyaneke nû ye. Ji ber wê jî divê jin bikaribin êdî bi tena serê xwe biryarê bidin. Ji pirsa ‘Ez çawa dixwazim bijîm’ ne bi mejiyê mêr bi mejiyê jinê re bersiv dayîn tirsa jinan a herî mezin e. Ji ber ku jin bi tu pergalên mêtînger re hevpar nabin. Ne bîrdoziya mêtîngerî, ne êrîşên faşîzan û ne jî cureyên talankirinê tu car nexwestiyê bi jinê re be û jin ji her tim ji wan dur sekiniye.” 
 
Çima êrîşî Jinwarê kirin? Bi êrîşan dixwazin peyameke çawa bidin jinan? 
 
“Jinwar li dijî tunehesibandina kapîtalîzmê,faşîzmê, netewdewletiyê û tundiya mêr îspata  pirsa ‘Çawa Jiyankirinê’ ye. Ji ber wê hişmendiya DAÎŞ û hemû şarezatî ji vê ditirsin. Êrîşkirina ‘Jinwarê’ ji jinan re  peyama ‘Hişê xwe bînin serê xwe,  li mala xwe rûnine, li ser gotina me gotin nebêjin’ bû. Jinwar dîrok nivîsand. Hişmendiya Jinwarê di hişên me de jiyaneke serbixwe ava kir. Me dît ku em dubara dikarîn li erdnîgariyên cuda, welatên cuda û li çandên cuda biafirînîn. Me ji vê bawer kir.  Me dît ku hişmendiya mêr çawa ji deskeftiyên jinan ditirse, me hemûyan bi hev re bi çavên xwe dît.” 
 
Li dijî netewdewletiyê Jinwar çi armanç kir? 
 
“Netewdewletî hişmendiyeke yekane ye. Netewdewletî pergaleke ji bo ku biryar û rêzikên xwe yên ehleqî bide jiyîn serlêdanê li her û cureyên tundiyê ye û li ser vê hişmendiyê hatiye avakirin. Di netewdewletê de ne tenê nijadperstî di heman demê de zayendperestî jî heye. Dijminahiya li dijî jinê heye. Di netewdewletê de zoriya yek ol û yek bawerî heye. Di netewdewletê  de fermana  zordestiya yek çandê ji aliyê herkesî ve jiyîn heye. Lê Jinwar dibêje ku herkes dikare li vir xwe bîne ziman. Tu bawerî, ziman çand ji ya din mezintir û bilindtir nine. Ji ber van rêgezan hate hedefgirtin. Jinwar bi hişmendiya civaka xwezayî hat avakirin. Gava ku em li civaka neolotîk dinêrîn em hilbirîna hevpar, parvekirina hevpar, hevpariya jiyanê û hevpariya mêr û jinê dibinîn. Jinwar ji bi esasgirtina van hate avakirin. Dibe ku civaka neolotîk di serdemeke wiha de neyê avakirin, lê Jinwar di hişmendiya xwe de ava kir. Em dizanîn ku li dijî hişmendiya talankirinê jin hêja jî berxwedana xwe didomînin.” 
 
Ji Xeynî Jinwar mînakên alternatîf hene? Van alternatîfan hêza xwe ji ku derê hildan? 
 
“Wekî vê bi hezaran mînak hene. Em behsa sedsal berê nakîn. Di demekê nêz de tevgerên anarşist, femînîst, li dijî vê hişmendiyê serî hildan û  têkoşîna xwe domandin. Bêgûman bi saya van têkoşîna jiyaneke nû ava bû, lê  wekî Jinwar bi beden nebû û ji ber wê jî kes ewqas zêde bandor nebû. Jinwar bi saya tekoşîna 40 salan hate avakirin û ev ji serkeftineke mezin bû. Ji aliyê dîrokî jî ve û birdozî ve jî hêzeke mezin ji vê tekoşînê hildan. Lê di warê pratîk de ji hemû cîhanê mînak hildan. Ji gelek ekolojîstan,bîrdoziyan, tevgera jinên kurd û tecrubeya 40 salan hêzeke mezin girt. Di pêvajoyeke wiha de di nav êrîşên netewdewletan de avakirina jiyaneke wiha xwedî wateyeke mezine. Jinan dev jê bernedan hem şer kirin û hem jî jiyaneke nû ava kirin. Dema ku li Rojava Kobanê dihate parastin jinan negot’ Em biparêzîn, azad bikîn û pişt re ava bikîn’  Bi hev re ava kirin. 
 
Di avakirina Jinwarê’de jinan ji ber çi pêşengtî kir? Gelo pêşengtiya jinan pêdivî bû? 
 
“Ji ber ku herî zêde pêdiviya jinan bi azadiyê heye. Ev tişteke pir girînge. Jinan herî zêde pirsa em dikarîn çawa bijîn, civaka exleqî û polîtîk wê çawa bê afirandin di avakirinê de pêşengtî kirin. Ji ber ku herî zêde jin koletiyê dijin. ‘Jiyana şaş rast nayê jiyîn’ Erê tecrubeya avakirina jinwarê jî ev bû. Jinan got “Em hebûna kapîtalîzmê,netewdewletê û muhafazakariya ku siyasal îslam ava dike qebûl nakîn, emê bi destên xwe bi şev û roj bi bîrdoziya xwe ava bikîn’ jinwar wekî endezyarê civakê pêk nehat. Ji  biryardayina jinê û avakirina jiyanek nû re hate avakirin. Ger ku jin bibin yek, bi hev re birêxistin bibin dikarin jiyana herî bi wate û xweş ava bikin. Jinwar cihê xwe di rûpela têkoşîna azadiya cîhanê de girt û navê xwe nivîsand.”