'Divê têkoşîna jinan mezintir bibe'

  • 09:17 25 Mijdar 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên ciwan ên Helebê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya  jinan û gelan hemû rojan bikin rojên têkoşîna li hemberî şidetê.
 
25’e Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya Li Dîjî Şîdeta Li Hemberî Jinê, roja têkoşîna hevpar a  jinê ya li dijî pergala baviksalariyê ye. Di 25’ê Mijdarê di sala 1960’an de dema Xûşkên Mîrabal ji girtîgehê hevjînên xwe ziyaret kirin, di rê de maşîneyên wan hatin rawestandin. Xûşkên Mîrabal bi tecawizê re rû bi rû man û piştre jî bi hovane hatin kuştin. Piştî kuştinê ji kendalê avêtin xarê. Kuştina Xûşkên Mîrabal wekî qezeya trafîkê hat ragihandin. Tevgerên jinan ji bo ku wan nedin ji bîr kirin ketin nava hewildanan û ji ber daxwazên wan 17ê kanûna 1981’an biriyara 25’ê Mijdarê bibe Roja Têkoşînê ya Nanavneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser jinê ji aliyê Neteweyên Yekbûyê ve jî hat pejirandin. Ji wê  rojê heta niha hemû salan 25’ê Mijdarê jin li her devera cîhanê li serpiyan e û doza mafê xwe dikin. 
 
Devera herî zêde ku têkoşîna jinan li gihaye lutkeyê jî Rojavayê Kurdistanê ya niha di bin êrîşên çete û zordarên dewleta tirk de ye. Li hemberî hemû cureyên êrîşan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur be cur li dar dixin. Ji qada werzîşê heta civakî û çandî di hemû qadan de bi pêşengiya tevgera jinê çalakî berdewamin. Girêdayî mijarê ji rêveberiya jinên ciwan a Helebê Rûken Ehmed nirxandin kir.
 
'Divê tokoşîna jinan mezintir bibe'
 
Rêvebera jinên ciwan Rûken Ehmed da zanîn ku ew ê weke jinên ciwan di hemû qadan de pêşengiya têkoşînê bikin û wiha domand: "Niha li Rojava tu jin tundî û şidetê napejirînin û mêr jî gihaye hişmendiyek jinê weke hevkara xwe ya jiyanê bibîne. Ji xwe xebat û jiyan hemû di bin pergala hevserokatiyê de birêve diçe. Heta roja me ya îro em dibînin jin li her derê hedef girtin û tê biçûkirin û bi çavekî biçûk lê meyze dikin. Em jinên ciwan berpirsiyariya me ye ku em vê hişmendiya biçukdîtina jinê bidin guhertin." 
 
’Jin bi ramana azad pêşengiyê dikin’
 
Endama tevgera jinên ciwan Bêrîvan Îbiş jî li ser roja şideta li ser jinê nirînê xwe anî ziman û got:” ji bo vê rojê divê her jinek rabe û banga xwe ya azadiyê zêde  bike û berxwedana xwe li hember van zihniyetên desthiletdar bide diyarkirin. Heta niha jî şidet hîn berdewame , şidet ne tenê bi lêdanê ye dema ku jin ne xwedî helwest be û maf be ev ji şidet bi xwe ye. Divê jin hîn xwe zêdetir perwerde û rêxistin bikin, ger fikir azad be jin bi xwe azad dibe, şoreşa me ya li rojava şoreşa jinê ye jin xwedî li şoreşa xwe derkevin hîn zêdetir pêdiviya me bi ket û berxwedanê heye.”