Şêrîn Osman: Her kêliya me şoreş e

  • 09:05 25 Mijdar 2019
  • Rojane
Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, jina ciwan Şîrîn Osman wiha behsa rojên xwe yên têkoşîna li dijî hişmendiya sîstema netew-dewlet dike: "Şoreşên ku dengê tililiyên jinan tê de bilind nebe,  nabe ya civakan û nagihêje serkeftinê." 
 
Di hemû serhildan û şoreşên gelan de jin dibin xwedî risteyek girîng. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan pêşengtiya şoreşê kir, şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan hat navkirin. Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiyê û keda jinan a di civak û şoreşan de jina ciwan Şêrîn Osman yek ji wan jinan salên demdirêj cihê xwe di nava têkoşînê de girtiye û bûye xwedî kedek mezin. Şêrîn Osman di şerê sala 2014' an de li Kobanê dimîne û li dijî faşîzima çeteyên DAIŞ'ê şer dike di wî şerî de çavekî xwe winda dike. Jina ciwan wiha hestên xwe û rojên tekoşînê ji me re vedibêje. 
 
'Tiştê bala min kişand hêza jinê bû'
 
Şêrîn diyar kir ku xebatê xwe bi awayekî veşartî didan meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me pir bi awayekî veşartî xebat dida meşandin. Em dikarin bêjin ku şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan  hat destpêkirin. Dema em vê yekê dibêjin bê guman em keda hevalên xwe yên mêr jî ji bîr nakin. Lê me rastiya vê yekê di şerê Kobanê de dît, di dema şerê Kobanê de jî hevalên me yên mêr hêz û wêrekî ji tilîliyên jinan digirtin û me bi hev re serketin misoger dikir. Di salên 2010'an de jî dema min dest bi karê şoreşê kir, yekem tişta bala min kişand hêz û wêrekiya hevalên jin bû. Wê demê min cihê xwe di nava xebatên ciwanan de digirt. Em ji ber rêjîma BAAS'ê neçar bûn bi awayekî veşartî xebata bidin meşandin. Ji ber dema rejîm bi me bihesiyan wê yekser em bigirtibûna. Ji bo em neyên girtin û di girtîgehan de neyên tewanbarkirin em pir bi awayekî hişyar tev digeriyan."
 
'Li pişt her zehemetiyekê bedewiyek heye'
 
Şêrînê di berdewamiya gotinê xwe de behsa rojên zehmet ên xebatê kir û wiha pê de çû: "Di 2010' an de her çendî zehmetî û dijwariyên kar hebin, lê belê me bê rawestan xebat dida meşandin. Bi baweriya min, her zehmetiyek bi xwe re bedewiyekê tîne. Em weke Gelê Kurd fêrî qedexeyan nebûn. Dema yek ji me re dibêje ev tişt qedexe ye û lazim e tu nekî em zêdetir berovajî wan dikin. Her Rejîma BAAS'ê hebûna me qedexe dikir. Me jî ew çend ji bo hebûna xwe têkoşîn dikir. Nimûne niha jî em gelê vê herêmê wisa ne. Dema dewriyên dewleta tirk û rûs tên herêmên me, her çendî hêzên ewlekariya hûndirîn hewil bide li pêşiya gel bibe asteng jî, lê belê gel wê demê zêdetir hêrs dibe û bi awayek tund li dijî dagirkeran disekine."
 
 'Em biserketinê bawer in'
 
Şêrînê da zanîn ku jin tu cara ji serketinê gavê paş de navêjin û wiha domand: "Me ser baweriya serketinê dest bi şoreşê kir. Ji roja me dest bi têkoşînê kir heta niha kesên ku li ser felsefe û bîrdoziya tevgera azadiyê dest bi xebatan kiribe ne diweste û ne jî dest ji têkoşîna serketinê berdide. Ji ber em bi serketinê bawer in. Rêberê me jî xwe weke şervanê heqîqetê bi nav dike. Beriya şoreşa Rojava min cihê xwe di nava xebatên ciwanan de digirt. Di wê demê de me pêwîstî dît em xebatên xweser hîn bi awayekî xurtir bidin meşandin. Gelek jin hebûn ji ber zextên malbatê û mêran nedikaribûn ji mal derkevin. Ji ber wê me pêwîstî bi xebatên xweser yên jinan didît, erka me ya sereke ew bû ku em jinên ciwan hîn zêdetir beşadarî xebatan bikin û wan di aliyê hişmendiya zayendî de baştir şiyar bikin."
 
'Baweriya gel ji hêza jinê heye'
 
Şêrînê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî û wiha dewam kir: " Jin bi damezirandina şoreşê re hîn bi awayekî erênî tev digerin û bi avabûna Rêveberiya Xweser xebatên xweser ên jinan zêdetir bi pêş ketin. Di nava saziyên me yên mêr û jinan bi hev re kar dikin hejmara jinan zêdetir e. Pirsgirêkên civakî yên derdikevin zêdeyî xwe hevalên jin dikarin wan pirsgirêkan çareser bikin. Baweriya gel jî bi hêza jinê ya çareseriyê zêdetir heye. Dema em ji gel re civînan li dar dixin, gel zêdeyî xwe hez dike ku hevalên jin civînan li dar bixin, ji ber zimanê jinan yê siyasetê ji yê mêran hêsantir û zimanê gel e ji ber wê gel ji jinan baştir fêm dike. Berê civaka Kobanê civakek derebeg bû jinan nedikaribûn ji mal derkevin û mêran hêza jinan ji nedîtîve dihatin. Bi pêşketina şoreşê re jin bûn xwedî hêza serketinê û di nava Rêveberiya Xweser de dengê jin û mêran bûye wekhev." 
 
'Wê hişmendiya zayendperest hilweşe' 
 
Şêrînê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewlet hemû hêza mêrên serdest in û bi hişmendiya mêran hatine damezrandin. Li ku derê dengê jinê û vîna jinan hebe hêzên hegomonîk êrîşî wan deveran dikin. Îro êrîşên ser herêmên Bakurê Sûriyeyê ji hişmendiya mêran tê. Ez bi hêvî me wê rojek were ku jin, zarok û mirovahî neyên qetilkirin. Ez bi boneya roja 25'ê Mijdarê bang li hemû mêran dikim ku ew jî ji bo bidawîkirina tundiyê li berxwe bidin."