ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 25 Mijdar 2019
  • Rojev
*Endama Komeleya Jinan Rosayê Rojda Bariş diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê divê jin xwe bi rêxistin bikin û got: “Em ê bi rêxistinbûnê bi ser kevin.” DÎMEN HEYE 
 
*Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, jina ciwan Şîrîn Osman wiha behsa rojên xwe yên têkoşîna li dijî hişmendiya sîstema netew-dewlet dike: "Şoreşên ku dengê tililiyên jinan tê de bilind nebe,  nabe ya civakan û nagihêje serkeftinê." 
DÎMEN HEYE 
 
*Di salên 1960'î de li Komara Domînîkê dîktator Trujîllo li ser kar bû. Zilm û zordestî di asta herî jor de bû. Di pêşengiya jinan de tevgera Clandestînayê tevî hin tevgerên din li dijî rejîmê têkoşîn dikir. Di pêş de sê xwişkên Mîrabel, Patrîa, Mînerva û Maria hebûn. 
JI PÊNÛSA JINAN
 
*Bi avakirina pergala hevserokatiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî hatin avakirin û jinê cihê xwe tê de girtin. Di Rêveberiya Xweser de gelek saziyên ku jin bikaribe tê de mafê xwe biparêze û li hember tundiyê têkoşîn bike hene. Şoreşa ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin şoreşa jinê ye. Li hember pergala netew-dewlet têkoşîn û berxwedaneke mezin tê meşandin.
DÎMEN HEYE
 
*Dayik û sivîlên navçeya Til Temirê bi roj û şev taxên xwe diparêzin û komên Çand û Hûnera Demokratîk jî piştgiriyê dide wan. Bêrîtan Viyan a  ku taxa xwe  diparêze wiha got:"Şer û parastin bêyî huner nabe. Stran rihê mirovan zindî dike û tola li hember dagirkeran mezintir dike."
 
*Rêvebera Kongreya Star a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl têkîldarê 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê axivî û got: "Ji bo ku em azadiya jinê bi dest bixin, em ê her li ser piyanbin."BI DÎMEN
 
Jinên ciwan ên Helebê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya  jinan û gelan hemû rojan bikin rojên têkoşîna li hemberî şidetê. BI DÎMEN
 
*Êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakur û Rojhilatê Rojava didomin. Di êrîşan de gundê Jinwar ê ku ji aliyê jinan ve hatibû avakirin hate valakirin. Têkîldarî girîngî û êrîşkirina gundê Jinwarê em bi aktivîsta TJA’yê Fîgen Aras re axivîn. BI DÎMEN
 
*Zarokên dayê Eqîde Osman ên ku di dibistana welatparêziyê de mezin bûne, di derbarê têkoşîn û qehremaniya dayika xwe de dibêjin: "Dayika me, em bi hezkirina welat û şoreşê girê da û di vê dibistanê de em  mezin bûn. Em ê barê şoreşa wê  hilgirin û sozdarê dilnazî û têkoşîna dayika xwe bin."BI DÎMEN
 
*Jinan da zanîn ku yek ji sedema herî mezin a zêdebûna şîdeta li ser jinê, newekheviya zayenda civakî, polîtîkayên dewletê û nepêkhatina qanûna ne û gotin divê Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284’an bê kêmasî pêk bê. DÎMEN HEYE 
 
*Piştî operasyonên ku di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin şûnde, navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî bibû hedefa bombeyan. Sînem Atay li Nisêbînê di encama parçeyê hewana ku ket ber mala wê birîndar bû û got: “Tevî ku di ser bûyerê de 2 meh derbas bûye jî ez hîna nikari milê xwe yê çepê bikar bînim.” DÎMEN HEYE 
 
*Pispora Mafê Mirovan û Derhêner Ruken Tekeş, belgefîlma bi navê ‘Aether’ ya li ser Heskîfê kişandiye wiha vegot: “Xwezayeke ku bi dehzaran salane berdewam dike û bûye navendeka habîtatê ya mezin di bin avê de dimîne. Lê ev tu car wê tune neke. Ew tiştek wisa ye ku di bin avê de bimîne jî wê hebûna xwe bi awayekî bide hîskirin.” DÎMEN HEYE