Bi minasebeta 25'ê Mijdarê rojavayê Kurdistanê find li goristanan hatin vêxistin

  • 19:39 24 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO/ŞEHBA - Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 25'ê mijdarê li Rojava li goristanên şehîdan find hatin vêxistin.
 
Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê  Li bajarê Qamişlo, Şehba û Dêrîkê li goristanên şehîdan find hatin vêxistin û daxuyanî hatin dayîn.
 
Şehba
 
bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinê  , Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê dan.  Bi tevlîbûna tevahî jinên ciwan ên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de daxuyanî hat dayîn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pêkir. Paşê find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin û daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Jinên Ciwan a Navçeya Ehrezê Gulistan El Memo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Jin çavkaniya jiyanê ye ji destpêka hebûnê heta roja îro, bi derketina desthiladariyê re jin her rastî tundiyê hat, Jin li hember hemû tundiyên ku li ser hatine meşandin bêdeng dima. Li hember hemû êş û tundiyê Rêber Abdullah Ocalan teqez kir ku azadiya civakê bi azadiyê jinê re ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jin hêza azadiyê di xwe de dît û li gor wê tevgeriya, ev yek di şoreşa Rojava de ya ku bi pêşengtiya jin ewqas destkeftî bi dest xistin pêk hat. Di berxwedana Kobanê de qêrîna şehîd Arîn Mîrkan bû dengê jina kurd a azad. Her wiha di Efrînê de jî Avêsta û Barîn bûn bersîva herî mezin li hember dagirkeriyê.
 
Berdewamiya êrîşên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewildana şikandina îrade û tevgera jinê û projeya Netewa Demokratîk bi rêya rêbazên herî hov wek tundî, îşkence, qetilkirin ku di derheqê jinê de pêk tînin mîna Şehîd Hevrîn, Amara û Dayê Aqîde û dîsa li beramberî van êrîşên tundî û komployan jin serî hildide.
 
Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan bang li hemû jinên cîhanê saziyên jinan rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember van kiryar û pêkanînên dijmirovî ku di derheqê jinê de tê kirin bisekinin. Em soz didin hemû jinan ku em ê bibin pêşengên serhildanan.
 
Daxuyanî bi diruşma "Jin Jiyana Azad" bi dawî bû.
 
Qamişlo
 
Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan (YCR) li bajarê Qamişlo ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li goristanaşehîd Delîl Saroxan  find  hatin pêxistin.
 
Di despêka merasîma findpêxistinê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sozda Kawa axivî û wiha got: "Em êrîşên li dijî jinan şermezar dikin. Îro em bi saya têkoşerên azadiyê li ser vê axê dijîn, em soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin."
 
Di dawiyê de bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" li ser gora têkoşerên azadiyê find hatin vêxistin.
 
Dêrîk
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê , Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li goristana şehîdan find pêxistin.
 
Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li bajarê Dêrîkê yÊ girêdayî Kantona Qamişlo, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê hilweşînin" li goristana Xebat Dêrîk find hatin pêxistin. Her wiha sinevîzyon hat pêşandan û daxuyanî hat dayîn.  Daxuyanî ji aliyê endama Rêvberaiya  Jinên Ciwan ya Bajarê Dêrikê  Evîn Mihemed ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Em wek jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Suriyayê em ê çalakiyên xwe yên 25’ê mijdarê diyarî hevalên xwe Hevrîn, Amara û yadê Eqîde yên ku ji aliyên dewleta tirk ve hatin qetilkirin bikin. her wiha wê gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê faşîzêa Erdogan hilweşînin. Her wiha em soza şopandina  riya tekoşerên azadiyê didin."
 
Paşê sinevîzyon li ser roja 25’ê Mijdarê hate pêşandan.
 
Herî dawî li ser gora têkoşerên azadiyê find hate vêxistin.