Gelê Kobanê li dijî komkujiyê daket qadan

  • 16:56 24 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Welatiyên Kantona Kobanê êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakurê Suriyê û komkujiya gundê Qirfilê bi mîtîngekê şermezar kirin.
 
Welatiyên Kobanê  bi dirûşma "Em komkujiya ku dewleta tirk li dijî sivîlan pêk anî şermezar dikin" li Qada Jina Azad kom bûn û bi mîtîngekê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wêşermezar kirin. Di mîtîngê de wêneyên şehidên berxwedana rumetê, wêneyên şehîdên gundê Qirfilê, alên QSD’ê û panqartên bi nivîsa “Dagirkeriya tirk li pêşberî cîhanê, bi çekên qedexe kirî sivîlan li Serêkaniyê dikuje” û “Birêz Trump Erdogan serfermandarê Bexdadî yê şaş nebe” hatin hildan. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê hevserokê Meclisa Encûman ya Rêveberîya Xweser a Herêma Firatê Enwer Mûslim derket ser dikê û nirxandin kir.
 
Enwer bal kişande ser dagirkeriya dewleta tirk û komkujiyên ku pêk tîne û wiha domand: “Dewleta tirk gelê sivil dike hedef û komkijiyan pêk tîne. Ev meh û nîve ku dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêma me di bin nevê herêma ewle de komkujiyan pêk tîne. Her wiha gelê herêmê neçar dibe ku koçberî bajarên cuda yên herêmên bi ewle bibe û her wiha çeteyên ku dikevine bajarên me malên gel didizin û bi her awayî dagirkeriyê pêk tînin. Di haman demê de kesên ku ne ji van deranin tînin li van deveran bi cih dikin û demogurafiya herêmê diguherînin.  Pêwîste ku dewletên derve li dijî kiriyarên dewleta tirk bibin xwedî helwest. Em gelên vê herêmê dixwazin ku di nava aramî û wekheviyê de jiyana xwe bidomînin. Bi salane ku em li dijî dagirkeriyê têkoşînê didin û wê têkoşîna me tucaran nesekine. Em weke sazî, mecilîs, gelê Kobanê û rêveberiya xweser sersaxî ji malbatên ku di komkujiyê de zarokên xwe windakirine re dixwazin û ji birîndaran re şîfayê dibêjin.”
 
Mitîng bi dirûşmên “Bijî QSD “ û “Bijî berxwedana rumetê” bi dawî bu.