Belavokên 25’ê Mijdarê hatin belavkirin

  • 16:50 24 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Bi munasebeta Roja Têkoşînê ya li Hember Şîdetê ya Nevnetewî  wê sibe li Amedê meş were li darxistin. Bi vê boneye jinan bi cil û bergên gelêrî û tilîlîyan re li kolana Sakaryayê  belavok belav kirin.
 
Bi munasebeta Roja Têkoşînê ya li Hember Şîdetê ya Nevnetewî  wê sibe li Amedê meş were li darxistin. Meş saet di 16.00’an de wê ji ceedeya Oryil Petrolê a ku li Baglarê ye destpê bike û wê li ceedeya Îstasyonê bi dawî bibe. Bi boneya daxwazkirina meşa sibe jinan li kolana Sakaryayê belavok belavkirin. Parlementerên  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydenîz û Semra Guzel, Dayikên Aşitiyê, Dayikên Girtiyan û hejmareke zêde jin tevlî çalakiya belavkirina belavokan bûn. Jinan bi cil û bergên kurdî tevli çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî, Jin jiyane Jiyanê Nekujin” re û bi tilîliyan çalakiya xwe qidandin. Esnafan jî piştgirî da çalakvanan.
 
‘Werin em bihev re bimeşin’
 
Jinan di pêvajoya xebatê de hem bi dengê bilind axaftin kirin û hem jî bi jinên derdorê re ketin nava têkiliyê. Ji dervey banga  meşê mijarên şîdeta li ser jinê jî ji esnafan re hatin ravkirin û der dûr ji berteka xwe a li hember tundiyê da nişandan. Hin axafitnên hatin kirin wiha bûn; “Em şîdetê, qetilkirinê û tacîzê maf nas nakin. Karê me ne anîna zarokan û rûniştina di malê de ye. Em jin in, mafên me heye. Werin em bi hev re bi yek dengî ji şidetê re bejin na. Werin em sibe bi hev re bimeşin.”
 
Jinan herî dawî bi duruşman xebata xwe bi dawî anîn.