Jinan ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin

  • 14:55 21 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê jinan bi minaseta 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.
 
Li Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, Tevgara Jinên Azad TJA û endamên Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo piştevaniya xwe bi jinên girtî re diyar bikin qart şandin.  Jinan bertek nîşanî polîsên ku nehiştin rojnameger dîmen bikişînin dan. Lê polîsan bi hinceta 'li qada cemaweriyê wêne û dîmen kişandin qedexe ye' çapemenî asteng kir. 
 
Çalakî piştî ku ji jinan re li Postexaneya Navenda Wanê kart hatin şandin bi dawî bû.