'Bila tundî û êrîşa zayendî ya li Darulacezeyê bê lêpirsînkirin'

  • 14:49 21 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Şaxa SES'ê ya Şîşliyê, têkildarî agahiyên êrîşa zayendî, lêxistin û tundiya ku li Darulacezeyê pêk hatiye civîneke çapameniyê li dar xist û daxwaz kir ku derbarê kesên tundî pêkanîne de lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Şîşliyê, ji bo ku derbarê agahiyên êrîşa zayendî, lêxistin û tundiya ku li zarokên bêkes ên li Darulacezeyê hatiye kirin, lêpirsîn bê destpêkirin, li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hat lidarxistin, pankarta "Li Darulacezeyê  tundî, lêxistin heye, bila berpirsyar bên darizandin" hat daleqandin. Endamên SES û Egîtîm Senê û gelek kes tevlî civînê bûn. Sekretera Jinê ya Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Îpek Denîz diyar kir ku li dijî her cûre tundiyê ne û xwest ku girtek û dîmenên têkildarî tundiyê radestî dozgeran bên kirin û derbarê berpisyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.