Ayşe Surucu: Sazî û destkeftiyên jinan hedef tên girtin

  • 14:12 21 Mijdar 2019
  • Rojane
RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk şermezar kir. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu di daxuyaniyê de got: "Ji vîn, serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, li avahiya xwe têkildarî girtina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, civîna çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, di civînê de axivî û diyar kir ku şaredariyên wan di hedefa desthilatê de ne.
 
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran û wiha got: "6 şaredariyên me ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinê û 14 şaredariyên me jî bi tayînkirina qeyûman ji aliyê AKP'ê ve ji destê me hatin derxistin. Bi giştî qeyûm tayînî 30 şaredariyên me hatin kirin û vîna gel tune hat hesibandin.'
 
Ayşe, destnîşan kir ku di hefteya 25'ê mijdarê de desteserkirina şaredariyan nîşan dide ku desfkeftiyên jinan di hedefê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qeyûmên ku hatine tayînkirin weke karê destpêkê sazî û destkeftiyên jinan kirine hedef û saziyên jinan girtine. Ji vîn, serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin."