Li Stewrê ahenga rengan

  • 12:28 21 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Stewrê bi hatina payizê re bi pelên daran ku weşiyan re ahenga rengan a bêhempa derket holê û  her cih kesk, sor û zer bû.
 
Li Herêma Stewerê ku her demsaleke wê bi rengên cuda yên xwezayî dixemile, çavên mirov li ber xweşikbûna wê venabin. Bi hatina demsala payizê re ku dar pelên xwe diweşînin her cih renga reng xuya dike.  Navçeya Stewrê ya Mêrdînê ku bi xweşkahiya xwe ya xwezayî tê zanîn, bi hatina payizê re ahenga rengan xwe da der. Li herêma ku bi daristan û bi Çemê Stewrê tê zanîn, turîstên ku tên navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî vê xweşkahiyê didin. 
 
Pelên daran ên kesk, sor û zer ku ketine kêleka rê û Çeêm Stewerê xweza dîmenên rengîn pêşkêşî mirovahiyê dike.