‘Ne tenê rojek, bila her roj bibe roja têkoşîna li dijî şîdetê’

  • 09:22 21 Mijdar 2019
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re jinan banga serhildanê kir û gotin: “Ne tenê roja 25’ê Mijdarê, divê her roj bibe roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê.” 
 
Her sal jin bi rihê Xwişkên Mîrabel li qadan agirê serhildanê gur dikin û li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Jin li dijî şîdeta fîzîkî, pîskolojîk, aborî, zayendî, devkî û hwd bi yek dengî têdikoşin. Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, bang li jinan kirin û gotin: “Ne tenê vê rojê divê her roj, roja têkoşînê be. Werin em bi hev re şîdetê bidin rawestandin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Hatîce Elma ji navçeya Bîsmîl Amedê bi me re axivî û bal kişand ser têkoşîna ku li dijî şîdetê tê dayîn. Hatîce, wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em ê her roj li dijî şîdetê bibin yek. Me tu carî serî li ber dewletê û li ber hişmendiya zilam netewandiye. Em tu car bêdeng nabin.  Ji bo me her roj 25’ê Mijdarê ye û em ê bi ruhê Mirabelan têbikoşin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin
 
Hatîce di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê ya ku li Amedê her ku diçe zêdetir dibe û wiha dom kir: “Divê bê zanîn ku wê berteka me ya li hemberê van yekan jî mezin be. Sedemên zêdebûna şîdetê diyare ku ji dad û kiryarên iktidarê dixuliqe. Hikûmet dixwaze Peymana Stenbolê ji holê rake. Heta bi awayekî resen Peymana Stenbolê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Li dijî qirkirinê bibin yek’ 
 
Fatma Kazman, da zanîn ku her roj bi agahiyên îstîsmarê re dest bi rojê dikin û wiha got: “Edî em naxwazin bi kuştin û êrîşa zayendî re ji xewê rabin. Em şîdeta li hemberî jinê tu carî na pejirînin. Ez bang dikim ku tevahî jin bi hev re rabin û li hemberî vê qirkirinê bibin yek.”
 
‘Em ê li dijî şîdetê serî rakin’
 
Leyla Darhan jî destnîşan kir ku dê li dijî şîdetê di 25’ê Mijdarê de li qadan li dijî şîdetê serî rakin. Leyla, bang li jinan kir ku ew ne mal û milkê dewletê ne û wiha axivî: “Jin bi azadbûna xwe xweşîk dibin.” 
 
‘Divê jin hêza xwe bikin yek’
 
Emîne Yasure wiha qala roja 25’ê Mijdarê kir: “Ne tenê di 25’ê Mijdarê dê her roj li dijî şîdeta li hemberî jinê têbikoşin. Em naxwazin jin û zarok bên kuştin û bi êrîşa zayendî re rû bi rû bimînin. Cîhana ku li ser berhemên jinê hatiye xemilandin, îro li jinan hatiye tengkirin. Li dijî şîdetê divê îro em hêza xwe bikin yek û rabin.”
 
‘Bila Peymana Stenbole pratîze bikin’
 
Elîf Îpek jî wekî jinên din bal kişand ser Peymana Stenbolê û got: “Divê dewlet peymanên ku daniye holê pratîze bike û li dijî şîdet û îstîsmara zayendî gavên berbiçav bavêjin. Her wiha divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê.”