Dê jin di 25'ê Mijdarê de bang li darazê bikin: Ceza bide kujeran!

  • 09:18 21 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Jinên ku ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinê derkevin qadan gotin:"Heta ku ceza li kujeran neyê birîn ew ê kuştin dewam bike."
 
Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinê nêzîk dibe. Dê jin di vê rojê de li dijî binpêkirina destkeftiyên xwe û tundiyê derkevin qadan. Di heman demê de dê jin bertekê nîşanî polîtîkayên bêcezabûnê bidin. 
 
'Her roj em bi nûçeyek cinayeta li dijî jinê hişyar dibin'
 
Derya Kizil diyar kir ku ew her roj bi nûçeyek cinayeta li dijî jinê hişyar dibin û wiha got:"Polîtîkayên dewletê komkujiyan rewa dike. Ger kujer bi awayekî bi edalet bê darizandin ew ê kuştin pêk neyên. Divê kujer bi cezayên giran bên darizandin."
 
'Divê jin biherikin qadan'
 
Kubra Kiliç daxistina halê baş a ku dema mêr kravatê dixin stûyê xwe bi bîr xist û got:"Ji ber daxistina halê baş a cezayê sûc zêde dibin. Her roj tundiya li ser jinê zêde dibe. Dema baş bên darizandin kujer hêzê ji hevdu nagirin. Li dijî hemû cureyên tundiyê yên li ser jinan em di 25'ê Mijdarê de li qadan bin."
 
'Di nava civakê de tundiyê asa dikin'
 
Gulê Menekşe jî wiha got:"Mafê kesî tune ye ku mafê jinê yê jiyanê ji destê jinê bigire. Her kesên ku tundiyê li jinê dikin zalim in. Divê bê ceza neyên hiştin. Cezayê herî giran li wan bê birîn."
 
Nergis Erçetin a ku di demek kurt de bi destdirêjiyê rû bi rû hat hiştin jî wiha got:"Divê ji bo tundiya ku li jinê tê kirin cezayê herî giran bên birîn. Divê em jin jî ji bo parastina mafên xwe rêxistina xwe xurtir bikin. Divê em li qada bin û mafê xwe biparêzin."