Hedla Beko: Ji talan, kuştin û koçberiyê re êdî bes e!

  • 09:17 21 Mijdar 2019
  • Rojane
Necah Miîş-Xedîr Elebas
 
HESEKÊ - Hedla Beko ya 60 salî gelek êş di jiyana xwe de kişandiye. Ji ber sedema êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê du caran rastî koçberiyê hatiye. Hedlayê wiha got: "Em di dibistanan de pir astengiya dibînin. Di demeke nêz de em dixwazin vegerin bajarê xwe. Êdî bes e kuştin, talan û koçberî."
 
Di sala 2014'an de êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê dest pê kiribû. Di encama êrîşan de bi hezaran sivîl koçber bûn, dîsa jî di wan êrîşan de hejmarên pir mezin ji sivîlan şehîd û birîndar bûn. Sivîlên Kobanê ji neçarî koçî bajarên din bûn û xwe li wan deveran bi cih û war kirin. Piraniya kesên ji Kobanê koç bûbûn, li Serêkaniyê xwe bi cih kirin û dîsa jiyana xwe bi awayekî din li Serêkaniyê didomandin. Di 9'ê Cotmeha derbasbûyî de dîsa dewleta tirk û komên girêdayî wê bi çekên herî giran êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran sivîl koçber bûn û bi hezaran jî jin û zarokî jiyana xwe ji dest dan. Sivîlên ku ji Kobanê koçberî bajarê Serêkaniyê bûbûn, dîsa ji ber sedema êrîşên dewleta tirk rastî koçberiyê hatin. Hedla Beko jî jinek ji Kobanê ye, dema êrîş li Kobanê dest pê dike ji neçarî koçî Serêkaniyê dikin û li wê derê jiyana xwe berdewam dikin. Lê ji ber sedema êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava dîsa rastî koçberiyê tên û niha jî li dibistana Hesekê tevî malbata xwe bi cih bûye. Hedlayê ya temenê wê 60 salî gelek êş di jiyana xwe de kişandiye. 
 
Piştî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dîsa Hedlayê dîsa bi koçberiyê rû bi rû hat hiştin. Hedla wê demê kurê xwe di eniya berxwedanê de hişt û ket nav karwanê koçberiyê. Piştî demekê agahiya şehadeta kurê xwe bihîst. Her hewl da xwe bigihêne cenazeyê kurê xwe. Paşê hîn bû ku cenazeyê kurê wê li gorek komî ya gundê Til Xenzîrê de weşartiye. Di encama vekirina gora komî de komek hestî yê kurê xwe girt û bir goristana gundê xwe defin kir. 
 
'Her roj kezeba min dişewite'
 
Hedlayê wiha dewam kir: "Şerê ku li Til Xenzîrê qewimî lawê min tê de şehîd ket, lê cenazeyê wî tune bû. Beriya çar heyvan tenê hestiyê wî  ji min re hat, ne tenê lawê min niha jî kurê birayê me di destê wan çeteyan de ye em nizanin sax e yan mirî ye. Êdî bes e kezeba min her roj ser çûyîna kurê min û kurê birayê min dişewite, rast e em dijîn, lê di hundir de em mirî ne."
 
'Dîsa em rastî koçberiyê hatin'
 
Hedlayê diyar kir ku sedema êrîşên dewleta tirk a ser Kobanê ji neçarî koçî Serêkaniyê kirin û wiha domand: "Dema çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya dewleta tirk êrîşî Kobanê kirin, me jî ji neçarî bajarê xwe terk kir û me berê xwe da Serêkaniyê. Li Serêkaniyê ji nû ve me malek ava kir, tevî êşa ku di hundirê me de bû jî, lê me jiyana xwe berdewam kir û me xwe li bajarê Serêkaniyê xwe bi cî û war kir. Lê Erdogan tu carî bela xwe ji me venake, êrîşên xwe yên hovane ser Serêkaniyê jî da destpêkirin. Dîsa jî em rastî koçberiyê hatin. Xaniyê me yê Serêkaniyê balafirê lê da û hemû malên me wêran û talan bûn. Ji ber çeteyên Erdogan niha ez û zarokên xwe li dibistanan dimînin."
 
'Em dixwazin vegerin mal û bajarê xwe'
 
Hedlayê diyar kir ku li dibistanan di gelek astengiyan re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li malên xwe bi rehetî dijiyan. Niha mayîna me ya dibistanan gelekî zehmet e. Her ku diçe dinya sar dibe zarok sermê tehemûl nakin û zû bi zû nexweş dikevin. Rast e Rêveberiya Xweser alîkariya me dikin, lê em dixwazin vegerin mal û bajarên xwe."
 
'Me nizanîbû ferman li dû me heye'
 
Hedlayê da zanîn ku welatê wan bi xwîn û keda şehîdan ji çeteyan rizgar bû û wiha pê de çû: "Deverek ji welatê me nemaye ku xwîn lê nehatiye rijandin. Piraniya şervanên me heta niha cenazeyê wan tune ye. Hemû li kolana ye. Em qet nahêlin bi rehetî welatê me têkeve destê dijmin. Her deverek bi xwîn û keda şehîdên me hatiye rizgarkirin. Dema welatê me ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin me got 'Niha em dikarin bê tirs serê xwe dînin û rakevin' lê me qet nizanîbû ku ev ferman wê li dû me be."
 
'Êdî bes e kuştin, talan û koçberî'
 
Hedlayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dixwazin di demeke nêz de Serêkaniyê ji çeteyên Erdogan bê rizgarkirin. Ez bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikim, ma qeyî halê me nabînin em bi çolan ketine. Em dixwazin şer were rawestandin û çete derkevin êdî bes e kuştin, talan û koçberî bila çe nebe."