'Di dîrokê de têkoşîna jinan tu carî ranewestiyaye'

  • 09:12 21 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Civîn Remo teqez kir ku tundiya li dijî jinê rêbaza hebûna dîrokî ya sîstema baviksalarî ya mêr e û got: "Yekîtiya jinan dê rê li ber tundiya li ser jinê bigire."
 
Di 25’ê mijdara 1960’î de li Komara Domînîk sê jinên xwişkên hev Patria, Minerva û Maria Teresa ku li dijî dîktatoriya Trujîlo têdikoşiyan hatin tecawizkirin û qetilkirin. Patria Teresa di hezîrana sala 1960'an  de li dijî dîktatoriya Trujîlo, tevgera mezintirîn Clandestîn ava kir. Her du xwişkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ewqasî mezin bû ku di heman salê de dîktator mecbûr ma ku bêje ev xwişkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt di roja 25’ê Mijdara 1960'an de her sê xwişk hatin tecawizkirin û qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî qetilkirina wan jî berdewam kir. Ev tevger bû wekî serhildanekê û li her derê belav bû. Piştî qetilkirina wan Neteweyên Yekbûyî 17’ê Kanûna 1981’an, 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinê  îlan kir. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Civîn Remo teqez kir ku berxwedan û têkoşîna Jinên Rojava berdewam e.
 
'Armanca Şoreşa Rojava avakirina civakek bê tundî ye'
 
Civînê diyar kir ku Şoreşa Rojava bi armanca avakirina civakek bê tundî ye û wiha axaftina xwe domand: "Sîstemên baviksalarî her jinê hedef digirin û rastî tundiyê tên û cureyên tundiyê didin meşandin. Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan dest pê kir bi armanca avakirina civakek bê tundî ye. Ji ber ku tundiya li ser jinan tundiya li ser civakê ye. Bi rakirina tundiya li ser jinan em ê civakek azad û wekhev ava bikin."
 
'Li Rojava li hember tundiyê saziyên jinan hat vekirin'
 
Civînê bal kişand ser şêwazên tundiya li ser jinê ya ji aliyê hişmendiya baviksalariyê ve û wiha dewam kir: "Jin di civakê de pir bi pirsgirêkan re rû bi rû tê. Wekî pirbûna hevjînan, zewaca temen biçûk û adetên din ên di civaka eşîrtî  li ser jinê hatiye ferizkirin. Li himber van cûreyên tundiyê, jin bi şoreşa Rojava bi avakirina Mala Jinê, Kongreya Star, partiyên jinan û bi taybet artêşa jinê (YPJ) têkoşînek mezin meşandin da ku rê li ber tundiya li ser jinan were sekinandin."
 
‘YPJ’ê bi hezaran jin rizgar kir û ji koletî û tundiyê xelas kir'
 
Civînê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku jin her dem li dijî tundiyê serî rakiriye û wiha pê de çû: "Di dîrokê de têkoşîna jinan tu carî nehatiye rawestandin, li hemberî her cure serdestî û pergala desthilatdariyê jinan her tim serî rakiriye û bi şêwazên dewlemend civak li dora xwe kom kiriye û li berxwe dane. Avabûna artêşa YPJ’ê di şoreşa Rojava de,  bi hezaran jinên Êzidî, Ereb, Aşûr û Kurd ji destê terora DAIŞ’ê xelas bûn û di roja me ya îro de li hember dagirkeriya dewleta tirk  û çeteyên wê berxwedan û têkoşînek mezin didin meşandin da ku ax û hemû jinên cihanê ji terorê biparêzin û rastî tundiyê neyên. Têkoşîn û berxwedana her sê xwişkan, heta van kêliyan li hember dîktatoriyê dewam dike."
 
'Pêwîst e asta têkoşînê bilind bibe'
 
Civînê wiha got: "Di êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên jinan hedef girtin de, mînaka wê jî yek jê şehîd Hevrîn û Amara ye. Pêwist e asta têkoşînê li himber dîktator Erdogan bilind bibe û dagirkeriya wî têk bibe. Dê çaranûsa Erdogan mînaTrujîlo bibe."