Wehîde Xelîl: Desthilatdar ji hêza jina azad ditirse

  • 09:08 21 Mijdar 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xelîl derbarê kiryarên di derheqê jinan de, li deverên hatine dagirkirin tên kirin axivî û got: "Her zihiniyeta desthilatar ji hêza jina azad ditirse û dixwaze wê tune bike. Em jin in û li her derê ne. Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin."
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tundiya ser jinan dihat meşandin, bi saya fikirê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kêm bûye. Li deverên di bin destên çeteyên DAIŞ'ê û komên girêdayî dewleta tirk de hîna jî tundiya ser jinan bi hemû awayî berdewam e. Yekser jin hemû cureyên tundiyê dijî, di milê zayendî de tê istîsmarkirin, lêdan, êşkence û qetilkirin. Di derbarê vê mijarê de Ji Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Efrînê Wehîde Xelîl nirxandin kir. 
 
'Dagirkerî dixwaze civak li gor wê tev bigere'
 
Wehîdeyê diyar kir ku dagirkerî ji berî hezar salan êrîşê bi ser gelê sevîl de tînin û wiha got: "Her dewletek deshilatdar bi hêzên xwe yê dagirkirî bi hezar salan ser sîvîlan de tînin. Her demek derbas dibe rengê dagirkeriyê ser gel cuda dibe, her dixwazin rol û biryarên civakê lawaz bikin û tenê ji bo berjewendiyê xwe tev bigerînin. Piştî derketina fikrê azadiyê û neteweya demokratîk êdî jinê careke din isbat kir û rola xwe lîst ji ber ya ku civakê bi rê ve dibe, perwerde û rêxistin dike jin e. Li gel ku ji aliyê desthilatan ve maf û rola jinan hatiye çewisandin jî dîsa jin bi hêz û afrîneriya xwe civakê bi rê ve dibe û zihniyeta desthilatdar têk dibe."
 
'Dagirkerî dixwaze hêza jinê di nava civakê de lawaz bike'
 
Wehîdeyê wiha dewam kir: "Dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê. Dagirkeriya dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê, ji bo herêmê Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Di destpêkê de Efrîn îro dixwazin herêmê Kurdistanê taybet bindest bikin. Bi êrîş û kiryarên xwe kesayeta jinê hedef digire, tundiyê li ser jinê dimeşînin. Dewleta tirk li herêmên dagirkirî îstîsmar û îşkenceyê li ser jinan dike. Ev jî tê wateya hêzên desthiladar ji hêza jinê azad ditirsin û dixwazin îrade û hêza jina li hember civakê lawaz bikin. Weke li Efrîn Barîn Kobanê û li Rojhilatê Firatê Hevrîn Xelef, Amara Rênas û Çîçek Kobanê hatin hedefgirtin. Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji serkeftina jinê ditirse. Ji ber ku jina azad li hember zihniyeta desthilatdar her şer kiriye. Ew nikarin bi van kirinan çavê me bitirsînin û me asteng bikin. Em ê bê tirs heta serkeftinê biçin."
 
'Em jin in li her derê ne'
 
Wehîdeyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku hemu kiryarên dewleta tirk cureyên tundiyê ser jinê pêk tîne û wiha dom kir: "Her dixwazin jinan di tundiyê re derbas bikin û wan têk bibin. Jinên ku bi fikra Serok Apo xwe perwerde û rêxistin kiriye îro her li dijî tundiyê li kolanan in û xwe careke din li hember zihiniyeta desthilatdar îsbat dikin. Em hebûn û  em ê her hebin li dijî tundiyê. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin rabin ser piyan li dijî tundiyê ji ber ku êş birîn û hebûna hemû jinan yek e. Dengê xwe li dijî koletiyê bilind bikin. Em jin in li virin û li her deverê ne."