'Em ê xwedî li axa xwe derkevin û nehêlin çete bi ser bikevin'

  • 09:03 21 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên ku xebatên xwe yê çandiniyê li Navçeya Til Temirê dewam dikin girêdana xwe ya bi axê re nîşan didin û diyar dikin ku çi dibe bila bibe ew dest ji axa xwe bernadin.
 
Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji berê  dijwartir bûye. Li hember wê jî berxwedana rûmetê dewam dike. Heta vê kêliyê  şer û pevçûn li gundên nêzî navçeya Til Temirê bi dijwarî dewam dike. Tevî zehmetiyan jin kar û xebatên xwe dikin û soza parastina axa xwe didin.
 
10 jin 5 jê ji gundên Erîşa, Um El-Kêf û Dawidiyê û 5 jî ji jinên Efrînê yên koçî Til Temirê bûbûn, berî sê heyvan dest bi projeyeke çandiniyê kirin. Li baxçe fêkiyên wekî bacan, xiyar, kundir û hwd. çandine. 
 
'Em ê xwedî li axa xwe derkevin'
 
Sena El-Casim a ji gundê Um El-Kêf yê girêdayî Navçeya Til Temirê wekî endam di projeyê de cih digire û wiha dibêje:"Jin û çandinî yek in, ango jin girêdana wê ya bi axê re pir zêde ye. Wekî beşek ji jiyana xwe dibîne. Li vir me bi keda xwe ev baxçe çandiye û em ê xwedî li zevî, baxçe û axa xwe derkevin. Erdogan dixwaze vê xakê jî dagir bike. Eger rê hemî werin girtin jî em ê ji vî baxçeyî debara xwe û gelê xwe bikin."
 
'Dewleta tirk dixwaze me qir bike'
 
Elmaz Keleş jî ji Efrînê ye diyar dike ku ew koçberî Til Temirê bûne. Ew ê dest ji vir bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk em ji Efrînê koç kirin û dixwaze me ji vir koç bike. Lê em ê bi îrade û hêza xwe planên wî yên qirêj vala derxin û nehêlin  xaka me dîsa dagir bikin. Em xwediyê vê axê ne û em ê li vir bijîn, eger were xwestin jî em ê çek hilgirin û parastinê bikin. Ev baxçeyê ku me çandiye em  nahêlin çete pê şad bibin."