ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 21 Mijdar 2019
  • Rojev
* Jinên ku xebatên xwe yê çandiniyê li Navçeya Til Temirê dewam dikin girêdana xwe ya bi axê re nîşan didin û diyar dikin ku çi dibe bila bibe ew dest ji axa xwe bernadin. DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîde Xelîl derbarê kiryarên di derheqê jinan de, li deverên hatine dagirkirin tên kirin axivî û got: "Her zihiniyeta desthilatar ji hêza jina azad ditirse û dixwaze wê tune bike. Em jin in û li her derê ne. Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin."
 
*Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Civîn Remo teqez kir ku tundiya li dijî jinê rêbaza hebûna dîrokî ya sîstema baviksalarî ya mêr e û got: "Yekîtiya jinan dê rê li ber tundiya li ser jinê bigire."DÎMEN HEYE
 
*Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê, bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Ayşe Emîn kêliyên jiyana xwe ya zehmet vegot.
DÎMEN HEYE
 
*Hedla Beko ya 60 salî gelek êş di jiyana xwe de kişandiye. Ji ber sedema êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê du caran rastî koçberiyê hatiye. Hedlayê wiha got: "Em di dibistanan de pir astengiya dibînin. Di demeke nêz de em dixwazin vegerin bajarê xwe. Êdî bes e kuştin, talan û koçberî." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tuniya li ser Jinê derkevin qadan gotin:"Heta ku ceza li kujeran nê birîn ew ê kuştin dewam bike."DÎMEN HEYE
 
*  Bi minasebeta 25’ê Mijdarê parlamentera HDP’ê Salîha Aydeniz bal kişand ser êrîşên li hemberî siyasetmedarên jin û got: “Pergala serdest a mêr bi taybetî êrîşê siyasetmedarên jin dike û hedef nîşan dide. Dixwazin peyamek bidin civakê. Em ê li dijî pergala serdest têkoşîna xwe mezin bikin û gotinên xwe li her qadan bîninin ziman.” DÎMEN HEYE 
 
* Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re jinan banga serhildanê kir û gotin: “Ne tenê roja 25’ê Mijdarê, divê her roj bibe roja têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê.”  DÎMEN HEYE 
 
*Jina bi navê Z.N. piştî ku hîn bû ducanî ye çû Nexweşxaneya Taybet a Îpekyolu ya Qoserê û ji ultrasyonê derbas bû. Piştî ku ji ûltrasyonê derbas bû şûnde bijîşkan diyar kirin ku pitikê di zikê wê de miriye û divê ji ber bê girtin. Z. yê diyar kir ku ji bo vê operasyona ew ê bê kirin pereyê wê tune bûye loma ew çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hîn bûye ku pitikê di zikê wê de dijî. Z. yê anî ziman ku wê di derbarê nexweşxaneyê de serîlêdana sûc kiriye. Her Z. wiha got:"Heger li ser min pere heba dê niha pitika min bihata kuştin."
 
*Jinên Kurd ên Êzidî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"Em wekî jinên Êzidî bi gelek pêkûtiyan rû bi rû hatin hiştin. Lê bi saya têkoşerên azadiyê îro em xwedî vîn û îrade ne. Divê em di 25'ê Mijdarê de bibin yek û xwedî li vê vîn û îradeyê derkevin."DÎMEN HEYE 
 
* Helbestvan, nivîskar û parêzvana mafên mirovan Ruhan Mavruk, diyar kir ku çapemeniya kurd di dîrokê de heta îro bi zextan re rû bi rû ma û got: "Çapemeniya kurd li gel zextan dîsa jî rastî ragihand. Hewcedariya me bi rastiyê heye." DÎMEN HEYE 
 
*Jinwar a ku ji dîroka kevnar feyza xwe digire ji me re gotina "Dîrok di roja me ya îro de em di destpêka dîrokê de veşartiye" rave dike. Bi avakirina Jinwarê mirov diçe serdema neolotîkê. Xerca vî gundî ya herî berbiçav zanyariya jinê ye. DÎMEN HEYE