Rewşenbîrên Helebê şevbuhêrka helbestan li dar xistin

  • 17:21 20 Mijdar 2019
  • Rojane
HELEB - Komîteya Rewşenbîran a Helebê şevbuhêrka helbestan li dar xistin. 
 
Bi pêşentiya Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê şevbuhêrka helbestî li hola Efrînê a taxa Xerbiyê hat lidarxistin. Şevbuhêrk ji bo berxwedêrên rûmetê hat lidarxistin. Bi dehan sazî û dezgehên sivîl beşdarî şevbuhêrka helbestan bûn. 
 
Şevbuhêrk bi deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê des pê kir. Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Sûad Hesen axivî û wiha got: "Em bi hemû çalakiyên xwe piştgiriyê didin berxwedana rûmetê. Em ê bi her awayî xizmeta şorêşa xwe bikin. Em niha dibînin hemû dewlet rabûne û ji bo qirkirina Gelê Kurd planên qirêj dikin. Em ê jî bi hemû hêza xwe ve li ber xwe bidin û rastiyan bi nivîsin xwe û bi çalakiyên xwe derxînin holê. Em hemû zarokên xwe perwerde dikin ji bo ku dîroka xwe bizanin. Ji bo ku dîroka me neyê ji bîr kirin pêwiste em herdem zindî bikin û binivîsînin. Tu carî dagirkerî nikarê me qir bike, ji ber em Gelê Kurd bi vîna xwe dijîn."
 
Şevbuhêrk bi xwendina helbestan bi dawî bû.