Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de çalakiya darçandinê li dar xistin

  • 16:58 20 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Di pêşengiya şaredariya Farqînê de di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ser navê jinên ku hatin qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû man dar çandin. 
 
Di pêşengiya şaredariya Farqînê de di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ser navê jinên ku hatin qetilkirin û bi tundiyê re rûbirû man li qada Gaza Topê şitlên daran çandin. Ji bo çandina şitlan Hevşaredarên Farqînî, Hevserokên HDP'ê yên navçeyê, endamên meclisê yên HDP'yî û gelek kes tevli bûn. 
 
Li ser her şitleke ku hat çandin, navê jineke ku bi tundiyê re rûbirû ma yê jinên hatin qetilkirin hatin nivîsandin.