Ji bo meşa heremî belavokên 25'ê Mijdarê hatin belavkirin

  • 16:50 20 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Aktîvîstên TJA'yê bi minasebeta meşa herêmî ya ku di 25'ê Mijdarê de li Wanê bê lidarxistin li navenda bajêr belavok belavkirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, dê di 25'ê Mijdarê de meşa herêmî li dar bixin. Meşa jinan dê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê bike û heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bidome. Jinan ji bo meşê li navenda bajêr belavok belavkirin.