Desteya Aborîyê ji bo zirara gihaştiye Girê Spî û Serêkaniyê daxuyanî da

  • 16:35 20 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê ji bo zirarên ji ber êrîşa dewleta tirk gihaştine bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê daxuyanî da. 
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava di warê aboriyê de gelek zirar gihaşt gelê Girê Spî û Serêkaniyê. Têkildarî mijarê Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê ji bo zirarên ji ber êrîşa dewleta tirk gihaştine bajarê Girê Sipî û Serêkaniyê daxuyanî da. 
 
Îro  meşek ji aliyê Desteya Aboriyê ve ji pêşiya navenda berhemên sewalan ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" li ber deriyê navenda NY'ê ya bajarê Qamişloyê rawestiyan. Bi dehan endamên saziyên çandinî û endamêm navenda berhemên sewalan tevlî meşê bûn. Paşê daxuyanî hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Hevseroka Pêşveçûna Çandinîyê Nebîla Mihemed ve hate xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê gel hatin koçberkirin û di warê aboriyê de gelek zirar dît.Tevî zextan jî dîsa Rêveberiya Xweser hemû pêwistiyên esasî ji xwarin, derman û pêdiviyên çandinî jî ji bo gel dianîn. Bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bi xwîna pakrewanan sond xwarin û xwedî li sonda xwe derketin û çeteyên DAIŞ’ê têk birin ev yek pêk hat. Rêveberiya Xweser di warê aboriyê de gelek alîkarî kir. Ji ber ku jiyana demokratîk a li Rojhilat û Bakurê ne li gor berjewendiyên dewleta tirk bû loma êrîş kir. 
 
Di nava vê rewşa aloz de em bang li hemû aliyên erkdar yên mîna rêxistinên mafê mirovan, saziyên civaka sivîl bi taybet yên ku di aboriyê de kar dikin, bi erkê xwe yên mirovî li hemberî van êrîşan rabin û destekê bidin Rêveberiya Xweser dikin ku li dijî êrîşan derkevin û di warê aboriyê de alîkariyê bi gelê mexdûr bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.