Nûbar Ibrahîm bi merasimekê hat oxirkirin

  • 14:43 20 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Merasîma cenazeyê Nûbar Hac Ibrahîm yê ku di teqîna 11' ê Mijdarê de bi giranî birîndar bûbû û jiyana xwe ji dest da, hat lidarxistin. Li goristana pekrewanên sivîl ya bajarê Qamişloyê bi merasimekê hate oxirkirin.
 
Di 11'ê  Mijdarê de li ser rêka wehdê ya di nava bajarê Qamişloyê de pê hev teqîn pêk hat. Di encama vê teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 47 kes birîndar bûn. Nûbar Hac Ibrahîm xwendekarê  dibistana Emel bû û diçû refa 10'an. Dema berê xwe dide dibistanê teqîn pêk tê û bi giranî birîndar dibe, piştî 9 rojan ji bûyera teqînê tevlî refê pakrewanan bû.
 
Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmekê girseyî Nûbar Hac Ibrahîm li goristna pekrewanên sivîl ya bajarê Qamişloyê oxir kirin. Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişloyê, saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û xwendekarên dibistana Emel piraniya wan rêhevalên Nûbar Hac Ibrahîm bûn tevlî merasîma bûn.
 
Nasnameya Nûbar Hac Ibrahîm hat eşkerekirin, radestî malbata wî hat kirin û bi dirûşman spartin axê.