Rêzên civînên Kongreya Star ji bo danasîna roja 25'ê Mijdarê bi dawî bû

  • 13:59 20 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo danasîna roja 25'ê Mijdarê ya Tekoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dest bi rêzên civînan kiribû îro bi dawî bû.
 
Kongreya Star a Efrînê li Kantona Şehbayê bi hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê di dîroka 13'ê Mijdarê de dest bi rêzecivînan kiribûn û îro li Kampa Vegerê bi dawî bû. Civîn li kampa Veger a li navçeya Şêrewa ya Efrînê hat lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna bi dehan ji jinên kampê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.  Paşê ji aliyê Endama Koordinisiyona Kongreya Star a Efrînê Newroz Haşêm ve civîn hat birêvebirin.
 
'25'ê mijdarê roja serhildan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye'
 
Newrozê têkîldarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nirxandin kir û wiha got: "Destihalatdar dixwaze kurdan bixe bin hikmê xwe de, bi rojan planên qirkirinê li ser Gelê Kurd çêdikin. Pêwist e gelê me jî ji van planan agahdar bin.  25'ê mijdarê roja serhildan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Divê jinên tevahî cîhanê xwediyê vê rojê derkevin û li hember zihniyeta baviksalarî serî hildin. Desthilatdar pir cureyên tundiyê li ser jinê ferz dike. Jina ku serî li hember dîktatoriyê radike yan tê bêdengkirin an jî tê qetilkirin. Mînaka wê jî duh Barîn Kobanê bû îro jî Hevrîn Xelef û Amara Rênas e."
 
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.