'Gelên li Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinan li qadan hewara azadiyê bilind dikin'

  • 09:37 20 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê bal kişand ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û siyaseta çewisandina rejîma Îranê şermezar kir. KJAR'ê piştgirî da xwepêşandanên gel û eşkere kir ku serhildanên niha yên gelên Îranê ya bi pêşengiya jinan nîşaneya jiyanek azad û demokratîk e.
 
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku 5 rojin didome daxuyaniyek nivîskî weşand û piştgirî da xwepêşandanên gelên Îranê. Her wiha siyaseta dewleta Îranê ya çewisandinê şermezar kir.
 
KJAR'ê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got;"Xwepêşandan û nerezîbûnên seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê karekî rewa ye. Ji bo daxwazkirina mafên jinan, ciwan û hemû beşên civakê. Siyaseta çewisandina dewleta Îranê ya li dijî xwepêşanderan û navkirina bi ' provokasyon,' şermezar dikin.
 
Nerazîbûn nîşandan û serhildanên demokratîk ên gelan ên li dijî rejîma faşîst a Îranê çavkaniya xwe ji siyaseta dewletê digire. Çavkaniya xwe pirsgirêkên civakî û siyasa Îranê ye, zihnî û îdeolojî ye. Nîşandana xwepêşanandanan a li ser asta pirsgirêka benzînê, biçûkirine û li ber çavnegirtina daxwazên gelan û êrişkirina li ser xwepêşanderan siyasetên dewletê yên li dijî gelan a ji bo civakê bixe bin kontrola xwe de ye.
 
Eger îro gelên Îranê bi pêşengiya jinan li qadan hewara azadiyê bilind dikin, sedema xwe ew e ku vê hikûmet û siyasetê qebûl nakin. Daxwazên wan guhertin sereke ne. Hemû beşên civakê rejîm û siyaseta wê baş nas kiriye. Ji ber ku ji derveyî vê rejîmê sozên xwe bi cih neaniye. Berovajî bi riya kuştin, girtin, darvekirina hinek xwepêşanderan û dijberan krîza niha kurtir kiriye. Li hember de gelan li bajaran cuda bûne xwedî bertek û ji bo gihiştina azadî û wekheviyê canê xwe feda dikin."
 
Di dawiya Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) de wiha tê gotin;"Em careke din piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên Îranê ya ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tînin ziman ku riya yekîtiya gelan û di serî de yekîtiya jinan û tevahiya gelên Îranê çareser dike. Bi vê rê dikarin parastina hemû daxwazên gelên Îranê bikin û biparêzin."