Çalakiya karkerên Ataşehîrê dewam dike: Divê têkoşîna çînan hîn mezintir bibe

  • 09:31 20 Mijdar 2019
  • Rojane
Gulistan Azak
 
ÎSTANBUN - Melike Şahin yek ji wan karkeran e ku ji hêla şaredariya CHP'ê ya Ataşehirê ve ji kar hatibû derxistin, teqez kir ku heta encam negirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û got:" “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Ataşehîrê ye, pirsgirêka Tirkiyê ye. Erîş xwe bi qanûnan têr dikin. Ji ber vê jî divê em li hemberî van êrîşan tekoşîna çîna mezin bikin”. 
 
Karkerên ku bi sedema çalakiyên sendikayê ku ji hêla şaredariya CHP'ê ya Atasehirê ya Stenbolê ji kar hatibûn derxistin, ev 41 roj in çalakiyên xwe berdewam dikin. Yekîtiya karên Giştî û Konfederasyona Sendîkayên karkerên şoreşger (DÎSK), li navçeyên Maltepe, Uskudar û Tuzlayê, karkerên ku grevên xwe didomînin daxwaza mafên keda xwe dikin, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî piştgirîya wan dikin. 
 
Karker Melîka Şahîn, daxuyakirin ku, heta çalakiya wan encam negire wê berdewam bikin. Wê li dijî qanûnên ku hatine ferzkirin, banga berfirehkirina têkoşîna çîna kir. 
 
‘Berxwedan heta encam bigirê wê berdewam bike’ 
 
Melîke da diyar kirin ku, wan destpêkê, li dijî mobbîngên ku ji hêla şaredariyê ve hatine ferzkirin, ji bo rojekê çalakiya kar berdanê kirine. Piştî vê çalakiyê, zext li dijî gelek karkeran pêk hatin û liser wan girtek hatine girtin. Melîke got: "Hevalên me ji aliyê şaredariyê 
ji ber zextên şaredariyê, neçar man ku dev ji sendîkayên xwe berdin. Li hemberî van zextan, bi yekîtiya ku em bi wê re têkildar in, me di xebatên rêxistinkirinê de cîhê xwe girt. Di vê navberê de, li dijî hevalê me Gokhan Keskin yê ku berpirsê rêxistinkirina me bû, êrîş pêk hat. Me di derheqê vê de pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Em di nava rojê de li vir dimînin. Hevalên me û gel jî gelekî piştgiriya me dikin. Em bi wan re rûdinên û bi hev re çareseriya vê pirsgirêkê nîqaş dikin. 
 
‘Erîş xwe bi qanûnan têr dikin’
 
Melike diyar kir ku dîsa ji bo piştgiriyê, ji Parlamenterên HDP'ê û rêxistinên girseyî yên demokratik serdan hatine kirin û wiha bi dawî kir:" “Me li qada têkoşînê bi tenê nahêlin. Têkoşîna me heta encam negire wê berdewam bike. Karkerên ku ji kar hatine derxistin, dîsa vegerin ser karên xwe û em dixwazin ku Mobbing bi dawî bibe. Bila li tu deverên Tirkiyeyê karker bi neheqî û bê qanûn ji kar neyên derxistin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Ataşehîrê ye, pirsgirêka Tirkiyê ye. Êrîş xwe bi qanûnan têr dikin. Ji ber vê yeke, divê em li hemberî van êrîşan tekoşîna çîna mezin bikin”.