Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê îstismar li dijî zarokê girtî hat kirin

  • 09:14 20 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê salek berê derketibû holê ku 3 zarokan, zarokek îstismar kirine. 
 
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê salek berê derketibû holê ku 3 zarokên girtî, berê li zarokekekî girtî yê din xistine û dawiyê îstismar kirine. Piştî ku zarokê mexdûr di îfadeya xwe de ev bûyer vegot derbarê vê yekê de lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî lêpirsînê di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Mêrdînê hat amadekirin hat xwestin ku 3 zarokên îstismara zayendî pêk anîne bên cezakirin. 
 
Dadgehê xwest ku her sê zarokên îstismar kirine bên cezakirin
 
Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Mêrdînê ve hatiye amadekirin ev tişt cih digirin: Di 8'ê Kanûna 2018'an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê D.A., H.O. û M.T. li dijî zarokekî girtî yê din îstismara zayendî pêk aniye. Piştî ku zarokê mexdûr îfade daye şûnde Serdozgeriya Komara Mêrdînê dest bi lêpirsînê kiriye. 
 
Dê 4'emîn rûniştin di 13'ê Adara 2020'an de bê dîtin
 
Heta 5 rûniştinên darizandina 5'emîn Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê ya ku bi sifata Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan hatiye kirin, hatiye dîtin. Piştî bûyera ku hat jiyîn zarokên îstismar pêk anîne li girtîgehên cuda hatine belavkirin. Zarokên bi SEGBÎS'ê îfade dan mijara lêdanê qebûl kirin lê îstismar red kirin. Dê rûniştina dozê di 13'ê Adara 2020'an de li 5'emîn Girtîgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.
 
Girtîgeha ku bûyer lê hat jiyîn agahî neda!
 
Dema me xwest em hinek agahiyan bi dest bixin rayedarên Girîgeha Tîpa E ya Mêrdînê wiha gotin:"Em nikarin agahiyê bidin. Ji bo hûn agahiyê bidin divê hûn ji dozgeriyê destûrê bixwazin. Lê agahiyek wiha ya destûrdayina dozgeriyê niha tune ye."