Koçberên Kampa Waşokanî: Dewleta tirk nirxên keda mirovan binpê dike

  • 09:13 20 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Serêkaniyê, bi hezaran kes rastî koçberiyê hatin. Jinên Kampa Waşokanî gotin: "Dewleta tirk nirxên keda mirovan binpê dike."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk bi tank û balafiran êrîşê Girê Spî û Serêkaniyê kir, çekên kîmyewî ya fosfora sipî, li cihanê bi giştî qedexe ye ser ezmanê Girê Spî û Serêkaniyê hatin bikaranîn û bêhtirî 30 kesî ji wan zarok bûn laşê wan bi fosforê şewitandin. Bi hezaran kes ji bo jiyana zarokên xwe xelas bikin neçarî koçberiyê bûn. Li Kampa Waşokanîiyê her roj, her saet û kêlî hejmara koçberan lê zêde dibe. Rêxistinên navneteweyî wan paşguh kirine. Bi hatina demsala zivistanê koçber li berxwe didin. Koçberên Kampa Waşokanî ji ajansa me re axivîn û gotin: "Bêdengiya dewletên navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk maf û keda mirovan a bi nirx binpê dike. Ka wicdan? Ka mirovatî? Em ê bi şert û mercên jiyanê yên zehmet li ber xwe bidin."
 
'Em Serêkaniyê dixwazin, em mal û milkên xwe dixwazin'
 
Dayika bi navê Emîna Ehmed ya ku 55 salî ye ji Serêkaniyê ye daxwaza vegera bajarê xwe kir û wiha anî ziman: "Her malek li Serêkaniyê, xwediyê wê bi destê xwe, bi xwêdan û keda xwe ya pîroz ava kirin. Dewleta tirk di 9' ê Cotmehê de keda mirovan bin pê kir, sivîl ji warê xwe koçber kirin. Gelên Serêkaniyê û Girê Spî malên wan hatin talankirin. Îro dewleta tirk çeteyên xwe li ser ked û malên sivîlan dide jiyankirin. Ka wicdan? Ma binpêkirina nirxê mirovan cezaya wê tune ye? Em Serêkaniyê dixwazin."
 
'Dîroka dewleta tirk bi qetilkirinê dewlemend e'
 
Emînayê hişyar kir ku ew tu carî dewleta tirk ser xaka xwe qebûl nakin û wiha domand: "Em dewleta tirk li ser xaka xwe qebûl nakin, ji dîrokê  heta roja îro ve dewleta tirk dijminê gelan e. Dîroka dewleta tirk bi dagirkerî û qetilkirinê dewlemend e."
 
'Heger qetilkirina jin û zarokan li gorî berjewendiyê dewletan be, helbet wê bêdeng bin'
 
Dayika bi navê Fatma Omer a 61 salî ya ku ji Serêkaniyê ye bal kişand ser qetilkirina jin û zarokan û wiha pê de çû: "Dewleta tirk a dagirker li ber çavê me jin û zarok qetil kir. Piştî êrîşên hovane em mecbûr man koçber bûn. Mal û milkê me heye çima em ê di kampanda bijîn? Em dixwazin vegerin Serêkaniyê warê ked û jiyana me. Dewletên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe li dijî zilma dewleta tirk bêdeng in. Heger qetilkirina jin û zarokan li gorî berjewendiyê dewletan be, helbet wê bêdeng bin."
 
'Kuştina zarokan li gor berjewendiyê wan e'
 
Fatmayê  diyar kir ku dewletên navneteweyî li hember kiryarên Erdogan bê deng in û wiha got: "Eger îro li hember kiryarên dewleta tirk dewlet bêdeng mane, xuya ye û eşkere ye bi razîbûna wan ev êrîş hatiye kirin. Em tu carî pişta xwe bi dewletan rast nakin. Dewlet li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Kuştina zarok û jinan ne li gor berjewendiyên dewletan be wê demê bêdeng dimînin." 
 
'Koçberên Kampa Waşokanî li berxwe didin'
 
Koçberên Kampa Waşokanî spasiya Rêvberiya Xweser kir û gotin: "Em dizanin yê xwedî li me derkeve Rêvberiya Xweser û QSD'ê ye. Tevî zehmetiyê jiyanê em ê heta dawî jî li berxwe bidin."