'Jiyana ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî me kir dewleta tirk nikare pêşkêşî me bike'

  • 09:08 20 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Gundê Til Kêfçî yê Aşûriyan diyar kirin ku bi êrîşên dewleta tirk tê xwestin bên qirkirin û banga bi dawîkirina êrîşên dewleta tirk û komên bi wê girêdayî kirin. 
 
Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê heta vê kêliyê dewam dike. Jinên Gundê Til Kêfçî yên ku niha tenê bi çend metreyan şer û pevçûn nêzî wan e nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Em naxwazin biçin Tirkiyeyê û Iraqê em dixwazin li Rojava bijîn' 
 
Gemra Hesen a ji gundê Erîşayê ye piştî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li dijî gund û sivîlan koç bûne û niha li gundê Til Kêfçî bicih bûye wiha dibêje: "Em ji gundê xwe ji ber êrîşên hovane yên dewleta tirk koç bûn. Em hemû dixwazin li ser ax û malê xwe bi aramî bijîn, em şer û qetilkirinê naxwazin, aşîtiyê û wekheviyê dixwazin. Bila cîhan vê yekê êdî fêm bike. Şerê ku Erdogan dide meşandin sûcekî pir mezin ê li dijî mirovatiyê ye. Bila şer raweste êdî. Em naxwazin biçin Tirkiyeyê û ne jî Iraqê em dixwazin li Rojava bijîn."
 
'Erdogan bi çi mafî dixwaze malbatên çeteyên xwe li welatê me bicih bike?'
 
Fatima Mihemed Ehmed bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê da û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê naxwazin, em xwediyê vê axê û vî welatî ne. Erdogan bi çi mafî dixwaze ku malbatên derveyî me ango malbatên çeteyên xwe li mal û gundên me bicih bike? Erdogan guhertineke demografîk pêk tîne, bila cîhan vê rawestîne. Em dixwazin vegerin malên xwe."
 
'Jiyana ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî me kir dewleta tirk nikare pêşkêşî me bike'
 
Sena Ehmed bi eslê xwe ji Idlibê ye û ev 20 sal in li gundê Um El-Kêf dijî, niha koç bûye. Sena ferq û cudahiya di navbera Herêmên Rêveberiya Xweser û Idlibê de wiha rave dike: "Ev 20 sal in li gundê Um El-Kêf dijîm. Min li vir azadî û wekhevî dît, ya herî baş jî li vir mafê jinan hene. Rêveberiya Xweser ji bo me her tişt ava kir û hemû pêdiviyên me pêk anî. Erdogan dixwaze tiştên ku Rêveberiya Xweser ava kiriye hilweşîne. Jiyan, ewlehî û aramiya vir dixwaze veguherîne xof û qetilkirinê."