Meclîsa Bajarê Qamişloyê ji bo rewşa ewlehiya bajêr daxuyanî da

  • 13:39 19 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca aramî û ewlehiya herêmê ji teqînên ku ev demek li bajarê Qamişloyê rû didin, Meclisa bajarê Qamişloyê daxuyanî da.
 
Meclisa bajarê Qamişloyê ji bo rewşa şer li herêmê, her wiha rewşa ewlehiya ku divê her kes jê baldar û berpirisyartiya wê bigire ser milê xwe, weke hişyarî ji bo şêniyên bajêr daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê bi beşdarbûna bi dehan ji hevserokên meclisan pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Taxa Xerbî Mûna Farûq ve hat xwendin.
 
 Daxuyanî wiha ye: 
 
"Herêmên me bi ewlebûn û aramiyê tên naskirin. Ev demek bi sedema şer û pevçûnên li herêmê, her wiha derketina şaneyên razayî yên çeteyên ku dixwazin herêma me bê ewle bimîne û gelê me di nava metirsiyê de bijî, tevlîheviyan çêdikin.  Ji bo wê divê her mirovekî ku li ser vê axê dijî, berpirisyartiya aramiyê bigire ser milê xwe û tedbîrên xwe bigire.
 
Divê motorsîklet li tu deverên bajêr neyên rawestandin, her wiha erebeyên li cihê ku zêde koma gel lê heye,  neyên sekindandin. Divê xwediyên dikanan û bazaran ji kesên ku diçin û tên baldar bin, her wiha ger rewşeke ne zelal hebe, hêzên ewlehiyê agahdar bikin. Wisa em dikarin bajarê xwe ji hemû rengên terorê biparêzin û rola xwe ya parastinê pêk bînin. Hêviya me ji hemû gelê me ku bibin alîkar."