Qeyûm sîteya înternetê ya bi kurdî weşanê dike jê bir

  • 12:32 19 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED -  Qeyûm li Bismîlê sîteya înternetê ya şaredariyê ya bi kurdî û tirkî weşanê dike, kurdî jê bir. 
 
Wezîrê Karê Hûndir, di 21’ê Cotmehê de Hevşaredarê Navçeya Bîsmîl a Amedê Orhan Ayaz ku bi 72’an dengan hatibû hilbijartin ji peywirê girt û di 22’yê Cotmehê de jî, qeymeqam Kerem Suleyman Yuksel weke qeyûm tayînê şaredariyê kir.   
 
Piştî qeyûm hat tayînkirin, 7 xebatkarên şaredariyê ji kar hatin derxistin. Qeyûm niha jî ji sîteya înternetê ya şaredariyê ya bi kurdî û tirkî weşanê dike, kurdî jê bir. Balkêşe ku qeyûm di sîteyê de tenê nûçeyên derbarê xwe de serwîs dike.