'Serkeftin dê para gelê berxwedêr be'

  • 11:38 19 Mijdar 2019
  • Rojane
 
 
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên tevlî meşa Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk bûne, axivîn û gotin: "Em dagirkerîyê li ser erdê xwe qebûl nakin, em li her deverê li dijî dagirkeriyê hene."
 
Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê meşek bi dirûşma"Berxwedana Serdemê û Rûmeta israra gelan a azadiyê ne" li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa hat lidarxistin, êrîş û gefên dewleta tirk ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, bi sedan ji şêniyên navçeya Şêrewa tevlî meşê bûn. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Serkeftin dê para gelê berxwedêr be'
 
Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê Medya Çawîş da zanîn ku armanca wan a lidarxistina meşê ji hebûna xwe li hember êrîşên tirk îsbat bikin û wiha dom kir: "Armanca me ew e hebûna xwe himber dagirkeriyê bidin îsbatkirin û piştevaniya hêzên xwe bikin, bila Erdogan nebêje Gelê Kurd tune ne em bi hemû pêkhateyên xwe  ser piya û di çalakiyan de ne ji ber ku em li her deverê li dijî dagirkeriyê hene. Her dê serkeftin wê para gelê berxwedêr be.”
 
'Erdogan cîgera dayikan şewitand'
 
Zeyneb Hesen a ji Efrînê ye li navçeya Şêrewa bi cih bûne di derbarê kiryarên dewleta tirk de axivî û got: "Dewleta em bi darê zorê koçber kirin û malên me talan kirin, zarokên me kuştin. Erdogan bi hezaran dilê dayikên kurd şewitand û dişewtîne, dixwaze bi rêya êrîşan me ji fikira Serok Apo qut bike, lê em ê her ji bo azadiya Serokê xwe şer bikin û berxwe bidin. Erdogan lawê min ji min dizî û dilê min şewitand."
 
'Em Kurd in mafê me yê jiyanê heye'
 
Zeyneb Reşîd jî hestên xwe li himber êrîşên dewleta tirk  anî zimanû wiha pê de çû: "Em dagirkeriyê ser xaka xwe qebûl nakin, em ê her li ser piya bin heya ku Serok Apo ji zîndanan azad bikin, tu  karê Erdogan ser erd û axa me tune ye, welat welatê me ye ne yê Erdogan e. Em ji şer re amade ne. Bi temenê xwe ez ê li dijî dagirkeriyê şer bikim û mafê xwe yê jiyanê bibim. Em Kurd in mafê me yê jiyanê heye li ser rûyê erdê."