Selvî Elma: Tu zehmetî bi qasî şîdeta mêr zehmet nîne

  • 09:19 19 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Selvî Elma yê ku di temenek biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin, piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tevî hemû zext û zordariyê li dijî zewicandina duyem derket. Selvî 22 sal in bi tena serê xwe dijî û got: "Tu zahmetî bi qasî şîdeta mêr zehmet nîne. Jina ku ewqas rastî şîdeta mêr were, çawa dikare şîdeta duyemîn rake? Divê jin li dijî zihniyeta heyî têbikoşe. ” 
 
Nîqaşên li ser guhertîna paketa darazê ya mijara "Qanûna îstîsmarê" hêj didomin. Bi van nîqaşan dixwazin rê li ber zewicandina zarokan vekin. Li dijî zewacidana zarokan têkoşîna jinan jî didomin. Jiyana Selvî Elma ya 70 salî di nav têkoşînê de derbas dibe. Selviya li gundê Noşarê ya girêdayî navçeya Ebêxa Wanê dijî, dema bavê wê jiyana xwe ji dest dide 8 salî ye. Piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide, dayika wê bi biryara malbatê û bi darê zorê bi apê wê re tê zewicandin. Selvî ya ku bi salan rastî pergala tundîyê maye diyar kir ku ev jî bûye qurban û di 11 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. 
 
'Ez rastî her cureyên şîdetê hatim'
 
Selvî, di axaftina xwe de bal kişand ser jiyana xwe û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema ez zewicim ez zarok bûm. Heta ku ez mezin bûm her roj ez rastî her cureyên şîdetê hatim. Ne tenê hevjînê min malbata hevjînê min jî êrîşê min dikirin. Min 10 salan zarok neanî dinê û ev tişt bêtir dibû sedama şîdetê. Piştî 10 salan min keçikek anî dinê. Min di 48 saliya xwe de hevjînê xwe winda kir."
 
Selvî li dijî zextên gundiyan derket
 
Selvî, diyar kir ku piştî hevjînê wê mir zextên civakê zêdetir bû û wiha axivî: "Piştî hevjînê min mir, vê carê jî mirovên derdora min xwestin carekdin min bizewicînin û zext li min dikirin. Ji bo ku ez tenê nejîm, çi ji destê gundiyan hat kirin. Lê min qebûl nekir. Ez bi gelek zahmetiyan re rû bi rû hatim. Lê ji bo min tu zahmetî wekî şîdeta mêr xirab nebû. Jina ku ewqas rastî şîdeta mêr were, çawa dikare şîdeta duyemîn rake?” 
 
'22 sal in ez bi tena serê xwe dijîm' 
 
Selviya ku 22 sal in bi tena serê xwe dijî wiha got: "Piştî çend salan min rûyê rojê dît. Ji ber ku keça min mezin bû û mala xwe bir Stenbolê. Ev 22 sal in ez bi tena serê xwe dijîm. Ez ji ber vê rewşê gelekî kêfxweşim. Ez li mala xwe hesan û azad dijîm. Li gorî gundiyan, ‘Mêr nebe jin nikare bijî'. Lê ger mêr nebe jin dikare jiyana xwe hîn hesantir berdewam bike." 
 
‘Divê jin têbikoşe...' 
 
Selvî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xwe ya niha û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevjînê min ne dihişt ku ez biçim gel cîranê xwe. Niha 70 salî me, lê ez niha xwe wekî 50 salî dibînim. Ez li dijî zîhniyeta ku jin nikare bi tena serê xwe bijî derketim. Niha gundî biryara min qebûl kirin. Pêwîste tu jin nebêje ku ez nikarim tenê bijîm. Divê têbikoşe."