Bi tayînkirina qeyûman re îradeya jinan hat desteserkirin

  • 09:12 19 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê û Stewrê hatibû kirin û bi vê re hemû şaredariyên Mêrdînê yên HDP'ê  bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Hevşaredarên ku li Mêrdînê di demeke kurt de xebat ji bo jinan pêşve birin ji kursên ji bo kurdî bigirin heta bi kooperatîfên jinan gelek kar û xebat kirin. Lê piştî tayînkirina qeyûman hemû tiştên ku ji aliyê jinan ve komî ser hev hatin kriin ji aliyê qeyûm ve tên belavkirin.
 
Di rojên borî de bi binçavkirina 3 hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê re li bajêr şaredariyên HDP'ê yên ku qeyûm tayînî wan nekirin neman. Bi giştî qeyûm tayînî 5 şaredariyan hatin kirin û bi  tayînkriina qeyûman re îradeya bi sedan kesî hate desteserkirin. Li şaredariyên ku cara yekê di sala 2016'an de qeyûm tayînî wan hat kirin karê qeyûman ê sereke bû girtina saziyên jinan.  Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê ku şardarî ji nû de hatin bidestxistin xebatên ji bo jinan ji nû de hatin destpêkirin. Piştî binçavkirina hevşaredarên şaredariya Dêrikê, Stewrê û Şemrexê ku hîna di bin çavan de ne, xebatên ji bo jinan ku hatibûn destpêkirin careke din ji aliyê qeyûm ve hatin piştguhkirin.
 
Li Nisêbîne seferberiya ji bo Zimanê Kurdî
 
Şaredariya ku piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayînî wê hat kirin a Nisêbînê bû. Hevşaredarên Nisêbînê piştî hatin peywirê Sziya Jinê Gulşîlav ji nû de aktîf kirin. Şaredariyê li navçeyê bi seferberiya ku ji bo perwerdeya Kurdî da destpêkirin, li gel hemû astengiyên li ser çand û hunera kurdî ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.  Piştî qeyûm cara yekê li navçeyê konser û şahî bi zimanê kurdî hatin kirin. Li şaredariyê piştî qeyûm hat tayînkirin qatê serokatiyê li xebatkaran hat qedexekirin û qulubeyên ewlehiyê li devê deriyê şaredariyê hatin bicihkirin û qeyûmê serdema berê jî ji şaredariyê re 32 milyon deyn hiştibûn. 
 
Ji pirtûkxaneya ber bi têlên rêsayî yên qeyûm ve...
 
Li Şaredariya Qoserê jî ku bi dengekî zêde ji qeyûm hat girtin hevşaredar dema nû ku ketin şaredariyê karê wan ê yekem bû hilweşadina dîwarê li ber şaredariyê hatibû lêkirin. Hevşaredaran piştre jî girîngî da xebatên jinan û navê saziya jinê ku qeyûm guhertibû kiribû 'Hanimelî' ji nû ve hat guhertin, navê wê yê berê 'Nûda' lê hat danîn û ji nû de axtîf kirin. Herwiha navê taxan ku ji aliyê qeyûm ve ji ber kurdî bûn hatibûn guhertin jî dîsa ji aliyê şaredariyê ve hatin îadekirin. Herwiha hevşaredaran pirtûkxaneya bajêr û navenda çandê jî ji bo navçeyê vekirin.  Lê piştî ku projeyên şaredariyê nîvco hatin hiştin û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin qeyûmê ku hat karê wî yê sereke bû honandina têlên rêsayî yên bi hinceta ewlehiyê li dora şaredariyê. 
 
Di demeke kurt şaredarî bi xebatên ji bo jinê derket pêş
 
Li şaredariya Şemraxê jî piştî ku ji qeyûm hat girtin şaredarî bi xebatên xwe yên ji bo jinê derket pêş û ji bo jinan xebatên gelek girîng di bin banê şaredariyê de hatin kirin. Xebatkarên şardariyê Saziya Jinê Rewşen ku li ber hilweşînê bû ji nû de înşa kirin û vekirina saziyê berî bi demekê bi tevlibûna bi dehan jinan hatibû kirin.  Herwiah hevşaredar Nalan Ozaydin, li gel bi dehan jinan li cihê ku kirê kir gelek cureyên xurekê çandin û ji bo jinan cihê ku hat kirêkirin wekî qada bazarê hat bikaranîn. Şaredariya ku projeya wê ya atolyeya terzîtiyê jî hebû ku ji bo jinan  veke piştî qeyûm hat tayînkirin ev proje nîvco man. 
 
Li gel astengiyên qeymeqamtiyê xizmeta gelê xwe kirin
 
Gelek xebatên şaredariya Dêrikê ku di 31'ê Adarê de ji qeyûm Hakan Kafkas ê qeymeqamê navçeyê ye hat girtin jî aliyê wî ve hatin astengkirin. Qeymeqam di serî de îadekirina navê "Ugur Kaymaz"ji bo parkê ku ji aliyê şaredariyê ve hat pêşniyarkirin red kir. Dîsa avahiya şaredariyê ku hat xwestin bê vekirin, danîna konteynirên gelaşê û Mîhrîcana Zeytunan jî ji aliyê qeymeqam ve hatin redkirin.
 
Li gel hemû astengiyan hevşaredar di nav gel de man, civînên xwe yên meclisê li kolanê pêk anîn, ji bo zarokan kursên bi kurdî vekirin û krusên ku hatin vekirin ji aliyê gel ve bi elqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.