Welîde Ibrahîm: Em jiyanek azad û welatekî azad dixwazin

  • 09:03 19 Mijdar 2019
  • Rojane
Delal Cemîl
 
QAMIŞLO - Derbarê êrîşên li ser Rojava Endama Rêveberiya Kongreya Star Wehîda Ibrahîm diyar kir ku bi êrîşan dîsa DAÎŞ zindî dibe û wiha got:"Daxwaza Erdogan tunekirina hemû pêkhateya ne. Divê em hemû pêkhate li dijî êrîşan li berxwe bidin."
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava didome. Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Wehîda Ibrahîm derbarê êrîşan de axivî. Wehîda wiha got:"Bi têkbirina çeteyên DAIŞ'ê armanca dewleta tirk têk çû. Niha jî bi plan û êrîşên hovane yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dixwaze car din çeteyên xwe zindî bike. Erdogan bi kiryarê hovane gelê herêmê neçarî koçberiyê kir, li şûna wan çeteyên xwe bi cih dike. Li dijî vê yekê berxwedana gelê Kurd didome."
 
'Gelê Kurd dê li dijî êrîşan her li ser piya be'
 
Wehîda diyar kir ku ew ê dewleta tirk negihêje armanca xwe û wiha got:"Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmê Rojavayê Kurdistanê kirin, hêzên YPJ/ YPG'ê û QSD'ê li Dêrazorê ew têk birin. Herêm ji wan paqij kirin. Niha dewleta tirk eşkere êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dixwaze tola çeteyên xwe hilîne. Gelê Kurd dê li dijî êrîşan her li ser piya be."
 
'Divê hemû kes li dijî êrîşan bisekinin'
 
Welîda da zanîn ku dewleta tirk sivîla hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan bi wekhevî, bawerî û hezkirin bi hev re dijiyan. Dagirkeriya tirk êrîşî sivîlan dike, Erdogan êrîşê hemû pêkhateyan dike, ne tenê Gelê Kurd dixwaze her kesî qir bike. Divê hemû kes li dijî êrîşan bisekinin."
 
'Em jiyanek azad û welatekî azad dixwazin'
 
Wehlîda wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pêwîst e em gelê Kurd, mil bi mil, bi hev re bin, da ku em planê dewleta tirk ê qirêj vala derbixînin. Em ê berxwedana xwe bidomînin, heta ku em mafê xwe bi dest bixin û jiyanek azad li welatekî azad bijîn. Em jiyanek azad û welatekî azad dixwazin.