Li Kobanê têkoşerên berxwedana rûmetê hatin oxirkirin

  • 17:08 18 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên Kantona Kobanê 3 têkoşerên berxwedana rûmetê bi merasimek girseyî li Goristana Şehîd Dicle oxir kirin.
 
Bi sedan ji welatiyên Kobanê û sazî û dezgehên civaka sivîl li Goristana Şehîd Dicle, kombûn û şervanê QSD'ê Merwan Tirkî û Agir Amed, şervanê hêzên Erka Xweparastinê Berxwedan Qûmilx (Ehmed Oso) ku di berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, oxir kirin. Her wiha Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Yekîneyên Antî Teror Birûsk Kobanê (Abdullah Qadir) jî eşkere kir.
 
Karwanê cangoriyan ku ji nexweşxaneya Şehîd Zozan bi rê ket bi tilîlî, nîşaneyên serkeftinê û dirûşmên "Şehîd namirin"  ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
 
'Heta mirovên fedayî hebin em ê bi rûmet bijîn'
 
Bi navê rêxistina Kongreya Star Rohilat Mele wiha axivî: "Îro li Goristana Şehîd Dicle carek din xwîna hemû pêkhateyan bû yek ku îro şehîd Merwan bi eslê xwe Ereb e û ji Iraqê ye. Bi saya fedayitiya van şervanên li pêşiya me, em îro bi rûmet dijîn. Heta ku kesên wiha hebin em ê her tim li ser axa xwe bi serfîrazî û rûmet bijîn." 
 
Her wiha li ser navê hêzên Erka Xweparastinê Nebo Temo sersaxî ji malbatên tevahî berxwedêran re xwest û soza domandina riya berxwedêr Berxwedan Qûmilx da.   
 
Piştî axaftinan saziya malbatên şehîdan nasnameya têkoşeran xwend û radestî malbatên wan kirin.
 
Merasîm bi spartina cangoriyan bi dawî bû.