Di xwepêşandana Rojhilatê Kurdistanê de 25 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 15:08 18 Mijdar 2019
  • Rojane
Baxan Ruşna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15’ê Mijdara 2019’an de bi biryara parlemena Îranê nirxê benzînê ji %30 bilind bû, ev yek jî bû sedem ku xelk nerazîbûna xwe nîşan bidin û xwepêşandan pêk anîn. Ev xwepêşadane li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Sîne, Meriwan, Cuwanrû, Ruwanser, Bukan, Seqiz bajarên Îranê yên bi navê Tahran, Şîraz, Tewruz, Kerac, Esfehan, Xuzsetan, Meşhed,Sarî, Bihbehan, Qezwîn, Xuremşeher, Maşher, Yeset, Buşher, Sîrcan, Geçsaran, Sîstan, Belçûstan bi rê ve çû.
 
Hêzên ewlehiyê yên Rojhilatê Kurdistanê gule li xwepêşandaran dibarîne. Gaza dijwar bi kar tînin û bi helîkopterê guleyan li xelkê dibarînin. Xwepêşandanan benzînxane, bank, kargek û hucre şewîtandin. Beşek ji xwepêşndanên Rojhilatê Kurdistanê jin in û nerazîbûna xwe li dijî nirxê bihabûna benzînê ya ji aliyê serokê Îranê û pergalê, vedidin diyarkirin  ev biryar bandorê li ser aboriya jiyanê dike.
 
Di çar rojên xwepêşandanên li dijî zêdebûna nirxê benzînê û pergala Rejîma Îranê li welatê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 25 kesî jiyana xwe ji dest dan û 162 kes jî birîndar bûn. Ji roja xwepêşandanan înternet jî hatiye qutkirin. 
Raberê Blayê Îran Elî Xemnayî got: “Pêwîst e desthilat û ewlekarî di ferqa erka xwe de bin. Heger ev sîstem zilm û zordestiyê her li gelan bike ew ê gel jî bersiva xwe bide û her li kolanan be.”