Yekîtiya Jinên Êzîdî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 14:43 18 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Êzîdî yê Herêma Efrînê bi dirûşma "Berxwedana Serdemê û Rûmetê pêkolîna gelane ji bo azadiyê" meşek li Navçeya Şêrewa ya Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk hat lidarxistin.
 
Bi dirûşma "Berxwedana Serdemê û Rûmetê pêkolîna gelan e ji bo azadiyê" Yêkîtiya Jinên Êzîdî ya Herêma Efrînê meşek ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Şêrewa yê Efrînê li dar xist. Bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên navçeya Şêrewa û endam û rêveberiyên sazî û dezgehên sivîl meş hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa "Na ji Erdoganê xwînvexwer re", "Na ji dagirkeriyê re" hatibûn hildan. Meş ji gundê Ziyaretê ya Şêrewa heta Wargeha Veger a li gund berdewam kir.  
 
'Gelê Kurd têkoşîna xwe mezin dikin' 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Suad Hiso û li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêrewa Leyle Xelîl axivîn. Di axaftinê de bal kişandi ser armanca êrîşên dewleta tirk û wiha gotin: "Her dem gelê kurd di ferman û kiryarên dervehî mirovahiyê re derbas dibin, lê ruxmê van êrîşan jî serî hildidin û li hember kiryaran berxwe didin û têkoşîna xwe mezin dikin. Gel wê bi fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fikira Netewa Demokratîk bi ser kevin." 
 
Piştî axaftinan daxuyanî hat dayîn.Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa navçeya Şêrewa Evîn Oso ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Li ser navê Meclîsa navçeya Şêrewa ya Efrîn û gelê Efrînê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa xwe şermezar dikin. Dewleta tirk û hevkarên wê piştî ku Efrîn dagir kir êrîş û gefên xwe li ser gelê me berdewam dike bi taybet li ser navçeya Şêrewa û guhartina demografîk ya herêmê. Her wiha gelê resen bi darê zorê koçber dike ji bo ku şûna wan malbatên çeteyan bi cih bike. Armanca dewleta tirk a yekem ew e ku guhertina demografîk pêk bîne bi hinceta avakirina herêmek qaşo bi ewle."
 
'Gelê me li hember êrîşan divê bibe yek' 
 
Em soz didin pakrewanên xwe ku berxwedana xwe li hember êrîşên dewleta tirk û komên çeteyê girêdayî wî berdewam bikin. Em bang li gelên xwe dikin ku destên xwe bikin yek li hember êrîşan. Her wiha banga me ji saziyên mafê mirovan, civaka navneteweyî ew e ku li hember dagirkeriya dewleta tirk bisekinin."