Di dewriya 3'yem a Tirk û Rûsî de wesayetên zirxî pêl jineke kir
- 12:55 18 Mijdar 2019
- Rojane
KOBANÊ - Dewriya hevbeş ya Tirk-Rûsî cara sêyemîn li gundên Rojhilatê Kobanê dewriye digerin. Wesayîtên zirxî ên dewleta tirk di dema dewriyê de li erebeyên sivîlan dan û pêl jineke ciwan kir.
Tirk-Rûsî di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de sêyemîn carin li gundên Rojhilatê Kobanê dewriye geriyan. Dewriye ji gundê Mersmêlê ku 7 K.M li Rojhilatê Kobanê ye dest pê kir û ber bi gundê Taşlugê ve çû, piştî seat û nîvekê dewrî zîvirî û li gundê Xerîb bi dawî bû.
Leşkerên tirk li gundê Têrî bi zanebûn pêl lingê jineke ciwan kir û xwe li erebeyeke sivîl dan. Her wiha li gundê Eyn El-bet bombeyên gazê li dijî sivîlan bi kar anîn û xwe li erebeyek din xistin.
Jina ciwan niha li nexwşxaneya Kobanê tê derman kirin. Li gorî agahiyan rewşa wê başe, lê hestiyên lingê wê şikestine.