Li Şirnexê broşurên 25’ê Mijdarê hatin qedexekirin

  • 12:51 18 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Broşurên ku bi minasebeta 25'ê Mijdarê bi ser navê "Em li dijî şîdeta mêr û dewletê serî radikin" ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê ve hatî amadekirin li Şirnexê jî hatin qedexekirin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê bi sernavê "Li dijî şîdeta mêr û dewletê em serî radikin" broşûr amade kirin. Lê broşurên Meclîsa Jinan li Şirnexê jî hatin qedexekirin. Polîsên ku hatin avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, biryara Walîtîya Şirnexê ya qedexekirina broşuran ragihand.