Platforma Rojhilat a ji bo Rojava: Ji bo Kurdan yekîtî girîng e

  • 10:52 18 Mijdar 2019
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştevaniya berxwedana Rojava platformek ava kirin. Platformê destnîşan kir ku yekîtî ji bo Kurdan çeka herî xurte û bang li hêzên li Kurdistanê kir.
 
Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya KNK'ê li salona Westmanska Palatset a bajarê Stockholm ê Swêdê li hev kom bûn. Sînevîzyonek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nîşandan û dûre endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.
 
'Komkujiya li hemberî kurdan ne cara yekemîn e'
 
Aldar, destnîşan kir ku şerê niha li dijî êrîşen dewleta Tirk tê kirin şerê çarenûsa Gelê Kurde û bal kişand ser girîngiya çalakî û kombûnên bi vî rengî yên ji bo piştevaniya berxwedana Rojava. Piştî axaftina Aldar nûnerên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê derketin ser dikê û helwesta xwe destnîşan kirin. Beşdaran bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a li Rojava, her wiha êrişên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û wiha gotin: "Cara yekemîn nîne ku Gelê Kurd dikeve ber komkujiyan. Vaye Rojhilat jî rabû. Îro roja yekîtiya Kurdane. Şerê wan rejîm û xwînxwaran komkujî û tinekirina Kurdane. Yekîtî ji bo Kurdan çeka herî mezine. Divê ev platform tevahiya rêxistinên Kurdan li hev kom bike û bibe gaveke mezin. Raste berxwedana Rojava gihaştiye asteke cîhanî, lê mixabin ev yek negihaştiye wê astê ku karibe gelên li Rojava ji qirkirinê û dagirkeriyê biparêze."
 
'Lazime em xwedî li sembolên derkevin' 
 
Beşdaran bi bîr xistin ku niha li her bihosta xaka Kurdistanê cangorî hene û wiha axivîn: "Ne girîng e bi ser kîjan partî yan jî rêxistinê ye. Bi kincên civakî be yan jî fermî be. Eger ew di oxira welat de canê xwe ji dest dabûye, lazime em lê bibin xwedî. Divê li tevahiya al û sembolên welatê xwe bibin xwedî. Em li tevahiya serok, serkirde, pêşengên partî û rêxistinên xwe bibin xwedî. Divê em xwe ji berjewendiyên şexsî rizgar bikin û ber bi asteke neteweyî ve biçin."
 
'Divê em xwedî li Rojhilat derbikevin'
 
Piştî avabûna platformê, komxebatek hat kirin. Beşdaran bal kişandin ser rewşa heyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û wiha dawî li axaftinên xwe anîn: "Ji ber rewşa li Rojhilatê Kurdistanê lazime em bi awayekî warete weke tevahiya rêxistin, tevger, saziyên civakî yên Kurd li Rojhilat bibin xwedî, ji bo paşeroja welatê xwe tevbigerin. Çawa ku rojhilat xwedî li her rewşa li her beşê kurdistanê derket, lazime em li hem li derveyî welat û hem li welat xwedî li Rojhilat derbikevin."
 
Partî û saziyên tevlî platforma piştgiriya Rojava bûn: "Hizba Demokrat a Îranê, PJAK, Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê, Tevgera Goran, Hizbî Demokratîk Kurdistanê, Partiya Pêşeverû, Nunera NCDK-SWED, Rewta Sosyalîst Komele, Kongreya Netewî ya Kurdistanê, Tevgerî Kurd F S, Tevgerî Kurdayetî û PSK."