'Yan jiyaneke azad û an jî mirinek bi rûmet'
- 09:05 18 Mijdar 2019
- Rojane
Mîdya Silêman
QAMIŞLO- Jinên gundê Girbawî êrîş û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk bi navê Îslamê komkujiyên ku kirine ji ber çavan winda nabin."
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê cotmehê de bê ser û ber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û heta vê kêliyê jî êrîşên xwe dewam dikin. Tevî êrîşên hovane yên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Rojava, gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di berxwedan û piştgirya şervanan de bi israrin. Têkîldarê mijarê jinên gundê Girbawî yê bajarê Qamişloyê ji ajansa me re axivîn û nerazibûna xwe nîşan dan.
'Em jin axa xwe nahêlin û naçin'
Wefa Yûsif êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin û got: "Erdogan bi navê Îslamê bang dike, lê dagirkeriya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye tu eleqeyê wî bi Îslamê re nîne. Ji ber di îslamê de mirov qetîlkirin gunehê herî mezin e. . Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çî dibe bila bibe em ji ser axa xwe naçin û cihê xwe ji dagirkeran re nahêlin. Em ê her li kêleka şervanên xwe bin heta azadiyê.Yan jiyaneke azad û an jî mirineke bi rûmet em dixwazin."
'Erdogan dixwaze çeteyên xwe di malên me de bi cîh bike'
Leyla Xelîl jî bertekên xwe yên li hemberî dagirkerirkirinê wiha anîn zima: "Çiqas êrîş bi ser me de werin ev axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizga kirin em bernadin. Erdogan hewl dide gelên herêmê yên resen ji malên wan derxîne û li şûna wan çeteyên xwe bi cih bike, lê bila baş bizanibe ku tu carî naghêje armanca xwe. Ev kesên ku ji malên xwe koçber bûne û li ser wan bazar tên kirin bi ked û îradeya şervanan wê li cih û warên xwe vegerin."