'Divê her kes xwedî li destkeftiyên kurdên Rojava derkeve'

  • 09:02 18 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Jinên Ebaxê ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava dan. Jinan diyar kirin ku armanca operasyonan tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd e û ev tişt gotin: "Tu mafê erdogan ku êrîşî Rojava bike tuen ye. Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne."
 
Di encama êrîşên deweta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û dîmenên îşkenceya li jinan hat kirin jî aşkera kirin ku Tirkiye hiqûqa şer binpê dike. Li aliyekî jî li Tirkiyeyê kesên ku li dijî vî şerê bêhiqûqî derdikevin jî bi binçavkirin û girtinê re rûbirû dimînin. Herwiha li Tirkiyeyê ji ber şerxweziya ku tê kirin qeyrana aborî jî roj bi roj mezintir dibe. Jinên Ebaxa Wanê jî li bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojav dan. 
 
'Armanca êrîşan testkeftiyên Gelê Kurd in'
 
Jina bi navê Fatma Umdu ku bertek nîşanî operasyonên li ser Rojav da, diyar kir ku arman tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd in. Fatama di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi baca ku li Bakur kurd didin çek tên kirîn û van çekan li dijî kurdên li Rojava bi kar tînin. Di encama van êrîşên ku li  ser Gelê Kurd tên kirin de li Tirkiyeyê jî qeyrana aborî her ku diçe mezin dibe. Qeyrana heyî bandora xwe li ser jiyana me ya li gundan jî dike. Em nema karin zikê zarokên xwe têr bikin û ji zarokên xwe re kincan bikirin. Em vê neheqiyê qebûl nakirin. Bila ev êrîş bi dawî bibin û Tirkiye ji Roava derkeve."
 
'Rojava ya gelên lê dijî ye'
 
Jina bi navê Şerbet Demîrkaya jî diyar kir ku di hemû şeran de di serî de jin û zarok hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojav êrîşî Tirkiyeyê nekiriye, tu mafê Erdogan ku xaka kurdan dagir bike tune ye. Xaka Rojava ya Gelê Kurd û gelên din ku li ser wê xakê dijîn e.  Bi ser kesên sivîl de bombe tên barandin. Heta dawî em piştevanên kurdên Roajva ne û em ê wan biparêzin."
 
'Divê em bi hev re xwedî li Rojav derkevin'
 
Gokgreçîn Demîrkaya jî diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Rojava tu kes bêdeng nemîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bila êdî dayik negirîn, bi zarokên xwe re di nav aştiyê de azad bijîn."