ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 18 Mijdar 2019
  • Rojev
*Civaknas Ruken Erguneş Ozdemîr rewşa qeyrana li Tirkiyeyê û bandora wê li ser jin û civakê nirxand û got; “hişmendiya mêr û dewletê tucarî çareseriyê na afirîne û hertim bûye sedema trajediyên civakê. Divê  jin û civak bikevin ferqa van kiryaran û bi awayekî lezgîn bertek nîşan bikin.”BI DÎMEN
 
*Jinên Ebaxê ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava dan. Jinan diyar kirin ku armanca operasyonan tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd e û ev tişt gotin: "Tu mafê erdogan ku êrîşî Rojava bike tuen ye. Divê tu kes li dijî van êrîşan bêdeng nemîne."BI DÎMEN
 
 Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, li dijî tundiya ku roj bi roj zêde dibe û êrîşên li ser destkeftiyên jinan jinên Stenbolê banga dakevin qadan li jinan kirin û wiha gotin: "Divê em her rojê bikin roja berxwedanê û û di 25'ê Mijdarê de li qadan, hêrsa xwe û serhildana xwe bi dengê bilind bînin ziman."   BI DÎMEN
 
*Jinên navçeya Dirbesiyê êrîş û kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk bi navê Îslamê komkujiyên ku kirine ji ber çavan winda nabin." BI DÎMEN
 
*Meryem Bûlis Berûta jina pêşeng û berxwedêr Endama Hêzên Parastina Xabûrê Şamîram Şîba wekî pêşenga azadiyê ji xwe re dibîne. Meryemê diyar kir ku Îro roja berxwedanê ye, pêwîste hemû jinên aşûrî, keldanî û suryanî bibin şopdara Şamîram Şîba. BI DÎMEN
 
*Komeleya Nivîskarên Jin ku wê bi sê atolyeyên nû bi jinan re bê gel hev, di van atolyeyan de tiştên ku jin nikarin biaxivin wê bi nivîsandinê vebêjin. Komele ji bo pirtuka xwe ya bi navê ‘Tiştên ku em nikarin biaxivin’ jî li benda çîrok û nameyên jinan ên ji her beşên civakê û her bajêrî ye.