Ji bo danasîna roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê civîn didomin

  • 17:31 17 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Ji bo danasîna 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî rêze civînên Kongreya Star a Efrînê didomin.
 
Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî rêze civînên Kongreya Star a Efrînê li hemû deverên Şehba berdewam dikin. Îro civîn ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Wehîde Xelîl ve li gundê Til Qureh ê Şehbayê hat lidarxistin. Jinên gundê Til Qireh û endam û Rêveberên komînên gund tevli civînê bûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pêkir. Wehîde di dest pêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime, pilan û tifaqên dewletên Navneteweyî li ser gelên herêmê bi taybet Gelê Kurd tê meşandin û wiha got: "Dewleta tirk êrîşên xwe li ser Gelê Kurd nû dike ji bo qirkirin û talankirina xaka Kurdistanê. Jinê serî li hember tundiyê hilda û koletî qebûl nekir, her zihniyeta desthiladar û ezezî ji bo ku civakê bihelîne jinê hedef digire û weke amûrekê li gor berjiwendiyên xwe bi kar tînin û cewhera jin jê dizîne.  Her wiha bi rêya jinê xwestin çanda Gelê Kurd qir bikin, lê bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jina kurd karîbû careke din hebûna xwe îsbat bike. Divê hemu jinên cîhanê li hember kiryar û tundiya li dijî jinê serî hildin."
 
Civîn bi diruşmên"Jin jiyan azadî",  "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.