Li Êlihê jinan têkoşîna jinan û cureyên tundiyê vegotin

  • 17:18 17 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Meclisa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya çalakiyê 25'ê Mijdarê de panela bi sernavê "Têkoşîna jinê û cureyên tundiyê" li dar xist. Di panelê de hat diyarkirin ku wê jin li dijî tundiya mêr li ser piyan bin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de panela bi sernavê "Têkoşîna jinê û cureyên tundiyê" li dar xist. Di panela li Avahiya Sendîkaya Petrol -Îş'ê hat lidarixistin de Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Rêxistinên DHP'ê yên bajar û navçeyê û gelek jinan di panelê de cih girt. Aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan kir û parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Bajaran jî wekî panelîst tevli bûn. 
 
Panel bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Axaftina vekirinê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan ve hat  kirin.Derya diyar kir ku wan panel di çarçoveya kampanyaya TJA'yê ya 6 mehan ku bi dirûşma "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" de hatiye lidarxistin û anî ziman ku wan panel diyarî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şer de jiyana xwe ji dest dane kirin.  
 
Panel piştî axaftinan bi pirs û bersîvan bi dawî bû.